Gelê Geverê diruşmên 'Bijî berxwedana Cizîrê' berz kirin

18:53

JINHA

COLEMEG - Li navçeya Gevera Colemergê ji bo rewşa Cizîr û Sûrê meş pêkhat.

Li navçeya Gevera Colemergê wesayîtên zirxî zarok gulebaran kirin. Welatiyên navçeyê bertek nîşandan. Welatiyan ji ser Caddeya Topel girtin. Esnafan jî derebeyên dikanên xwe nevekirin. Gel bi siloganên ji bo Sur û Cizîrê berbi emniyet, qaymaqamtî û lojmanên tîmên taybet ve meşiyan. Wesayitên zirxî li ber girtîgiha berê gule ser welatiyan de barandin. Welatiyên ku bi wesayitan piştgirî dan çalakiyê jî hatin gule barankirin.

Li navçeyê dengê çekan bilind be. Welatî diruşmên "Bîjî berxwedan Cizîrê " berz dikin.

(dt/zt)