Kobanê roja reş bi alên reş şermezar dikin
09:03
Rebia Êto /JINHA
KOBANÊ - Welatiyên Kobanê bi armanca rasthatina salvegera 17.salvegera komploya navnetewî yê ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi çalakiyên cur be cur şermezar dikin. Jinên Kobanê qala girîngiya çalakiyê ku pêk tê kirin û gotin, "Têkoşîna me heya ku rêbertî azad bibe dê bidome."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployek navnetewî di 15'ê Sibata 1999'an de anîn radestî Tirkiyê hat kirin. 17 salin li Tirkiyê di bin şert û mercên tecrîda girankirî de de tê girtin. Jinên Kobanê bi armanca rasthatina salvegera komploya navnetewî nirxandin kir. Endama Mala Gel Fîdan Ehmed diyar kir ku hêrsa wan ya li hember komployê gelek mezine û wiha got, "Gel alên reş li kolan û malên xwe daliqandiye ku nîşan bide me ev bêbextiya dîrokî ji bîr nekiriye û em tucar jî qebûl nakin. Hêviya me herdem heye ku Rêber Apo ji zîndanê derkeve û di nava me de be. Wê bi têkoşîna me ev roja reş rabe."
Endama Mala Gel Newroz Cuma jî li ser komployê û daliqandina alên reş wiha axivî: "Ev alên reş sembola aciziya me ji komployê ye. Girêdana me bi serokê me tucar bidawî nabe. Ev roja reş tucarî nayê ji bîrkirin, di dîrokê de wek lekeyeke reş, wek xiyaneteke mezin li gelê Kurd û Rêbertiya wê hatiye nivîsandin." Ez di wê baweriyê de me ku dê Rêberê me rojeke nêz azad bibe. Ji bilî azadiya Rêberê me tu daxwaziyeke me ya din tine ye û em dizanin azadiya Rêber Apo azadiya jinê, ya gelê Kurd e."
Endama Jinên Ciwan Gulda Ehmed jî wiha got: "15'ê Sibatê komployeke rûreş li ser Rêberê me pêk hat. Em vê rojê lenet dikin û wek rojeke reş binav dikin. Dema Rêber Apo hate girtin ji me tevan re pir giran bû, lê wî bi berxwedan û têkoşîna xwe yê li Îmraliyê jî ev doz domand û dîsa ji me re Rêbertî kir. Em deyndarê rêberê xwe ne. Lewma ji bo vê rojê û komployê rûreş bikin jî alên reş bilind dikin. Em ê heya azadiya Rêbertiya xwe têbikoşin."
(en/rc)