Jinên Şengalê: Em berxwedana Bakur silav dikin

09:04

Delîle Axîn-Arjîn Azadî/JINHA

ŞENGAL - Jinên Şengalê li hemberî komkujiya Cizîrê bertek nîşan dan û gotin; "Em hemu gelê me yê niha li Bakur di berxwedanê de silav dikin. Li Cizîrê komkujî pêkanî. Divê her kes li berxwedanê xwedî derkevin. Berxwedana Bakur berxwedana me hemûyane."

Berxwedana bakur li hemberî êrîşan mezin dibe. Bi êrîşên ser Cizîrê û qetilkirina birîndarên di jêrzemînên avahiyan de bertek mezin dibin. Jinên Şengalê jî bertek nîşanî êrîş û komkujiyan dan û wiha gotin: "Îro roja şerf û namusêye. Her kes rabin li ax û rometa xwe xwedîderkevin."

Dayê Kinê destnîşan kir ku ewê heya dawiyê ji bo berxwedana Bakur di çalakiyan debin û wiha domand: "Ez di serî de berxwedana Bakurê Kurdistanê silav dikim, şehîdan bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan di tawînim. Ev demeke gelê Bakur di nav berxwedaniyê rometê deye. Bi hovane êrîşî gel dikin, ew nikarin bi kuştinê gel tune bike. Bila Erdogan baş zanibe ew gel mafdare û axa xwe diparêzin. Ma gelo kes vê zulmê nabine, ev bêdengî tê wateya Erdogan destek dikin. Ev bi sedê salane ku qetlama tên serê kurdan. Ma me gav şunde avêt, na ew çiqas bi ser me de bên emê ewqa xurt bibin. Bila her kes zanibe em li pişt gelê xwe yê Bakurin. Ez bang li her kesê dikim bila li berxwedana Bakur xwedî derkevin. Îro roja şerf û namusêye. Ma tu îro ranebê tu dê kengê rabê. Bijî berxwedana Bakurê Kurdistanê."

Ciwana binavê Niştîman Xêro jî berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kir û wiha axivî: "Ez hemu gelê me yê niha li Bakur di berxwedanê de silav dikim. Li Cizîrê komkujî pêkanî. Divê her kes li berxwedanê xwedî derkevin. Pêwîstbike emê ciwanên Şengalê hemu berê xwe bidin Bakurê Kurdistanê."

Zozan Dexîl jî got: "Ez jî weke keçek ciwan berxwedana Bakur silav dikim û ji hemu kesên ku cihê xwe di vê berxwedanê de girtine serkeftin dixwazim. Ji xwe Erdogan wek nexweşiyek virosê li Rojhilata Navîn belav buye û bûye bela serê mirovan. Ew û çetên xwe li Rojava û Şengal binkeftin niha jî berê xwe dane Bakur. Ma emê ji bîr bîkin Erdogan û çetên xwe bi hezaran jin û keçên Şengalê revandin birin dewletên derve firotin. Ew wer di fikire ku çiqa jinan bikuje wê gav bi gel şunde bide avêtin ne wisaye. Ji ber yê pêşenktiya vê civakê dike jinin. Heya yek ji me mabe emê liberxwebidin û ji ser doza xwe nayên xwerê. Divê ciwan biçin tevlî nav refên YPS bibin, ji ber wek Rêber Apo dibêje 'Me bi ciwanî despêkir, emê bi ciwanî serkevin.' Serkeftinek jî hebe wê bi ciwana çêbibe. Carekdin ez berxwedana Bakur silav dikim."

(zt)