Hestê jinan derbarê 15'ê Sibatê: Hûn nikarin roja me tarî bikin

09:05

JINHA

WAN - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployek navnetewî di 15'ê Sibatê de anîn Tirkiyê. Jinên Wanê ên ku 15'ê Sibatê wek 'roja reş' îlan kirin diyar kirin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêk bê divê her kes li qadanbin. Jinan got, "Berî 17 sal, di Sibatê de roja me hat tarî kirin."

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployek navnetewî ji paytexta Kenya Nairobî anîn Tirkiyê. Ser komploya navnetewî 17'e sal dibore. Gelên Kurd ên ku wê rojê wek "roja reş" îlankirine bi rasthatina salvegerê bi çalakiyên cur be cur 15'ê Sibatê lenet dikin. Jinên ku bi cilên reş û rojî 15'ê Sibatê pêşwazî dikin, diyar kirin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û şermezarkirina 15'ê Sibatê ew ê li qadanbin.

Sorgul Kızıltaş: Abdulah Ocalan Rêberê gelek e û bi salan e ku dibin tecrîtek girande ye . Ez tecrîta li ser wî bi tund şermezar dikim. Bila her kes baş bizanibe ku heya navê kurdan hebe, dê şopdarên doza xwe bin. Gelê kurd bi serokê xwe hişyar bû.

Melîha Kiziltaş: Em 15' ê sibatê şermezar dikin. Ne tenê ew roj, piştî serokê me hate girtin hemû roj ji bo me bû roja reş. Niha serokê me dibin tecrîtek giran ji bo azadiya gelê kurd li hemberî hemû zordariyan têdikoşe. Ez bang li hemû gelê kurd dikim ku bila xwedî li serokê xwe derkevin.

Azîma Komî: Em naletê li roja 15' ê Sibatê dikin. Em van êrîş û qetliyaman qebûl nakin û bê serokê me jiyan nabe.

Xezal Bartu: Heya ku serokê me azad nebe em jî azad nabin. Em jiyanek bê serok naxwazin. Di her salvegera 15'ê Sibatê de gelek bi xemgîn in. Dema ku salvegara 15'ê Sibatê tê em bi avahiyên xwe ve ala reş didalqînin û kincên reş li xwe dikin.

Sînem Bayik: Roja ku Serokê me hate girtin dinya li ser serê me xera bû. Ji ber ku em bi saya Rêberê Apo fêrî mafên xwe bûn. Em dixwazin ku Serokê me jî wek hemû Serokên cihanê di nav gelê xwe debe û bi gelê xwe re têbikoşe.

Nezahat Aslan: Em dayîk heya ku hebin û dilopek xwîn di damarê me de bigere em ê li pey Serokê xwe bin. Sucê me ciye xwedê me kurd anî cihanê. Lê ji dîrokê heya niha li ser gelê kurd zilm û zordarî heye. Niha jî Serok Apo ji bo me bûye ronahiyek lê dewletên desthîlatdar wê ji me standin û roja me tarî kirin.

Şehrîban Bor: Em Serokê xwe di nav xwe de dixwazin. Êdî em naxwazin ku bindest bin. Em azadî dixwazin. Dewleta tirk me bi zorê ji gundê me derxist. Roja ku Serokê me anin Tirkiyê me çalakiyan li darxist. Em bi salan e ku aştiyê dixwazin lê dewlata tirk bi top û tangan tê me.

Raziye Bor: Dewleta tirk di sala 1990'an de li ser gelê kurd zilm û îşkençeyên mezin da meşandin. Dewlet hemû roj ji bo kurdan reş kiriye. Dewlet bi zorê bi hezaran gundan valakir. Dewletê armanç kir ku gelê kurd tune bike. Di komploya 15'ê Sibatê de ji xwest ku gelê kurd bêdeng bike. Lê ew dev ji doza xwe bernadin û dê heya dawiyê têbikoşin.

Pîroze Bor: Em heya dawiyê bi Serokê xwe re ne û heya Serokê me azad nebe ji bo me her roj roja reş e. Roja ku Serokê me rastestî dewleta tirk hate kirin, di serî de jinên taxê derketin qadan û me çalakiyan li dar xist. Bi salan e ku li ser Serokê me tecrît tê meşandin. Dewlet çi qas şer û êrîşê me bike dê em ê jî ew qas li ber xwe bidin.

Zekiye Alî: 15'ê Sibatê ji bo me roja reş e. Wê rojê hemû gelê me li qadan e. Em bang li hemû gelê xwe û cihanê dikin ku bila wê rojê disa li qadan bin û ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin.

Aliye Balik: Tecrîta li ser Serok bi tund şermezar dikim. Tecrîta li ser Rêberê me li ser me ye jî. Em gelek bindest in. Lê ew qas jî berxwedêr in. Di serî de em jin heya ku azadî neyê Kurdistanê dê em ê li ber xwe bidin.

Hanîfe Kaçak: Ez bang li hemû gelê kurd dikim ku bila tev rabin ser piyan û ji bo azadiya Serokê xwe têbikoşin.

Zekiye Kaya: 15'ê Sibatê ji bo me rojêk reşe û gelê kurd bila rabe ser lingên xwe. Tecrîta li ser gelê kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin .Heya ku Serokê me azad nabê jin azad nabe.

Kewê Işik: Dema ku Serokê hatî girtin wê deme me nizanî bû em ê çi bikin. Em di bêjin gelê kurd derbikevin qadan.

(hk-db/ho/rc)