Lale Mansur: Eger Emîne Erdogan li Cizîrê hatiba dinê dibe ku kurê wê jî di jêrzemînê de ba
10:16
Habîbe Eren/JINHA
ENQERE - Li hember hovîtî û jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê hatî jiyan kirin hûnermend Lale Mansur û Feryal Oney bertek nîşan dan. Lale Mansur ya ku berê çûye Surê û şahîdiya hovîtiyê kiriye qala hebûnê li Kurdistanê kir û wiha got, "Eger Emîne Erdogan li Cizîre hatiba dinê dibe ku bavê wê li girtîgehên Amedê de ba. Hevjînê wê bi kiryarên faîlî meçhûl wenda baya. Dibe ku kurê wê di wê jêrzemîna wehşetê de ba. Dibe bi alên spî xwestiba zarokên xwe bigre. Vê yekê qet dihizirin gelo? Min darbeyen leşkerî dîtin lê wehşetek wiha yê tirsê avabike min ne dît."
Ji ber êrîş û qedexeyên ku bi mehane li Kurdistanê dewam dike 460 kes jiyana xwe ji dest daye. Êrîşên herî giran jî li hember dexwazê xwerêveberinê yê Cizîrê bû. Bi dehan mirov bi rojane di jêrzemîna wehşetê de bi şewatê hatin qetilkirin. Hunermend Feryal Oney û Lale Mansur bertek nîşanî êrîşê hêzên dewletê yê li ser jêrzemîna avahiyên li Cizîrê dan ku di nav de gelek birîndar jî hebûn hatin qetilkirin.
'Hêvî kirin gelek vala dibe'
Derbarê mijarê de Feryal Oney ji JINHA'yê re axivî. Feryal got, "Hevok sazkirin û vê gavê hêvî kirin gelek vala dibe. Qetilkirina ewqas mirov û hovîtiyek wiha gelek girane. Bi rastî ez matmayî mame û gelek xemgînim." Feryal diyar kir ku ji gava ku ser medyayên civakî ji rewşê agahdar bûye, dua kiriye ku ne rast be û got, "Ji bo ku ev bûyer nebin rastî me dua kir, lê pêk hatiye. Ez peyvek yê gotinê nabînim bêjim."
'Eger Emîne Erdogan li Cizîrê hatiba dinê dibe ku kurê wê jî di jêrzemînê de ba'
Hunermenda şano û sinamayê Lale Mansur jî dorpêç û êrîşên hember Cizîrê wek komkujiyek nirxand û diyar kir ku kiryarên tê pêk anîn suçe. Lale got, "Eger Emîne Erdogan li Cizîre hatiba dinê dibe ku bavê wê li girtîgehên Amedê de ba. Hevjînê wê bi kiryarên faîlî meçhûl wenda baya. Dibe ku kurê wê di wê jêrzemîna wehşetê de ba. Dibe bi alên spî xwestiba zarokên xwe bigre. Vê yekê qet dihizirin gelo? Ev çi mirovin! Ev çi Mislimantiye ez fêmnakim." Lale da zanîn ku ew berê çûye Surê û bi çavê xwe zilma dewletê dîtiye.
'Min darbeyen leşkerî dîtin lê wehşetek wiha yê tirsê avabike min ne dît'
Lale wiha dirêjî da gotina xwe, "Bûyeren gelkî girane. Berê berjiwendî ser canê mirovahî bû. Niha cenazeyan dagir dikin. Min darbeyen leşkerî dîtin lê wehşetek wiha yê tirsê avabike min ne dît. Çi bêjim, cihê gotinê nemaye."
(rc)