Zarokên ku ji ber şer zû mezinbûyî ne...
11:17
Pîroz Zırıg/JINHA
DÎLOK - Xetîce Gulê a ji Kanotana Kobanê ye, ji temenê xwe yê biçûk ve barê jiyanê girtiye ser milê xwe. Xetîce yê ku ji ber şer zû mezinbûye li dijî pergala kedxwarî ye.
Ji ber êrîş û dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê yê li ser Rojava Kurdistanê, gelek malbat neçar man koç bikin. Malbatên ku koçkirine li hember şert û mercên jiyana koçbertiyê têdikoşin. Her çiqas malbatên ku koçber bûne neçar mane li Kampa AFAD'a navçeya Pirsûsa Rihayê bi cih bibin jî gelek welatî berê xwe dane bajarê senayî Dîlokê. Şertên xebata giran a çanda sanayî dikeve ser milê zarokan. Yek ji van zarokan Xetîce Gulê a 13'e salî ye. Bi xebata Xetîce û birayê wê yê 10 salî Cemal a li kargehê maxduriyeta zarokên ji ber şer koç kirine radixîne berçavan.
'Debara mal ser milê me ye'
Xetîceyê ku bi saetan dixebite û hefteyê xwe tenê 60 lîrayan distîne debarê malê dike. Xetîce got, "Em li gunde Doleka Kobanê dijiyan, li wir wesayît, xanî û zeviyê me hebûn. Piştî şer em hatin Tirkiyê û niha jî me debara mal hildaye ser milê xwe. Ji bo ku ez zaroka malê ya mezinim neçarim bixebitim. Ez tevî dayîk, bav, xuşk û birayên xwe li malek dijîn, em bi giştî 6 kes li mal dijîn. Ez tevî birayê xwe ji saet 07.00'an de radibin û 08.00'an de diçin ser karê xwe."
'Em naçin dibistanê '
Xetîce wiha domkir, "Ez li kargeha cilan di xabitim û cilan bardikim. Ji ber mekîna dirûnê, cila dibim û tenîm. Ev du mihan dixabitim. Li Dilokê ti dibistan perwerdê nadin me. Em dixwazin biçin dibistanê. Em dixwazin herin Kobanê. Li cihê kar ji birayê min Cemal re dibêjin "mişko" ji ber ku temenê wî piçûke lê jîre. Xayala min a pêşî dixwazin herim dibistanê û welatê xwe Kobanê."
(dt/rc)