Jinên Wanê alîgirê hilberîna xwezayî ne
11:55
JINHA
WAN - Jinên Wanê diyar kirin ku şîr û berhemên ji şîr çêdibin û li marketan tê firotin ne xwezayî ne û gotin, hem ji bo tenduristiye hem jî ji bo aboriyê berhemên kedê destan divê bê dewam kirin.
Şîr û berhemên şîr, penîr, mast, rûnê nivîşk ên ku îro li kargehan tên çêkirin salên borî bi kedê destan û bi riyên xwezayî dihat amede kirin. Di roja me de bi marqên cuda û ne bi tendurist tên malê me. Jinên Wanê diyar kirin ku zadên ji markêtan tên standin ji bo tenduristiyê gelek bi rîske.
'Niha jin berhemên şîr ji markêtan pêşwazî dike'
Musriye Işik (70), diyar kir ku dema dibihîse jin meşk bi kartînin gelek kêfxweş dibe û got jinên ku berhemên xwezayî çêdikin, debarê malê xwe yê aborî jî pêk tînin. Musriye da zanîn berdewam kirina vê çandê gelek girînge û wiha pêde çû, "Berê em gelek zû ji xew radibûn. Min bizinan dibir ber gola avê û dida çêrandin. Piştî wê min şîr didot. Şîrê ku min didot dixist nav meşkê û bi lez min xwe dighand malê. Dûvre min agir pêdixist û şîr dikeland. Lê niha jin diçin marketê û şîr distînin."
Ev salek ez naçim Feraşîn ê'
Esmîhan Işik jî qala heskirin û jiyana xwezayî kir û got, niha ti şop ji jiyana xwezayî nemaye. Esmîhan diyar kir ku ew nêzî saleke nikare biçe zozanên Feraşînê û wiha dirêjî da gotina xwe, "Li Feraşînê me penîr, rûnê nivîşk bi meşkê amede dikir. Lê êdî em çênakin. Ji ber ev nêzî saleke ez nikarim herim Feraşînê. Leşker çûyîna me asteng dike."
'Jin bi xwe jî dikare hilberînê bike'
Cemîle (32) da zanîn ku ew tercîh nake ku mast, şîr, penîr û rûnê xwe ji markêtê bistîne û got ew tevahî pêdiviyê xwe bi destê xwe amede dike. Cemîle anî ziman ku ew di mehên havînê de konserve û berhemên şîr ji bo zivistanê amede dikin û got, bi vî aweyî aboriya mal jî bi rêve dibe. Cemîle di dawiyê de got ku jin hem ji bo aborî hem jî ji bo tenduristiyê divê berhemên xwezayî bi xwe pêk bînin.
(rc)