Li Denîzliyê jinek hate qetilkirin

11:56

JINHA

DENÎZLÎ - Li navçeya Guney a Denîzliyê, jina bi navê Kubra Acar dema ji bo pezê xwe biçêrîne ji mal derket, bi awayekî hovane hate qetilkirin.

Kubra Acar a dayika 2 zarokan serê sibê ji bo pezê xwe biçêrîne ji mala xwe yî Yaylakê ya nêzî Taxa Koparan a navçeya Guneyê ya Denîzliyê derket. Dema Kubra êvarî venegeriya malê, malbat û xizmên wê ketin gumanê wê û dest bi lêgerînê kirin. Malbat û xizmên Kubra dema li herêmê rastî şopên xwîniyî hatin, agahî dan cendirmeyan. Li ser îxbarê cendirme tevî ekîbên îtfaiye û AFAD'ê dest bi lêgerînê kirin û di çalekê de rastî cenazeyê Kubra hatin.

Hat diyarkirin ku, dest û lingên Kubra hatine girêdan û bi keviran li serê wê dane û qetil kirine. 2 kes hatin binaçavkirin

Cenzeyê Kubra piştî lêkolînên dozgeriyê bo otopsiyê şandin Morga Adlî Tiba Nexweşxaneya Zanîngeha Pamûkkaleyê. Cendirme, li ser îfadeyên dîdaran A.O û R.O'yê ku ser ta pê wan bi toz û herî bûn, bin çav kirin.

(rc)