Wêneyê jin a dewletê: Qetilkirin û dûvre bedana wê teşhîr kirin

12:53

JINHA

ŞIRNEX - Pergala şerê taybet a AKP'ê yê ku li Cizîrê suçê mirovahî pêk tînin, wekî ku li Gimgimê kirine li Cizîrê jî jinek qetilkirine û bedena wê tehşîr kirine. Derbarê bûyerê de wêne ser medyayên civakî parve kirine. Şopê îşkencê li ser sîng û ranê wê tê dîtin.

AKP'ê hovîtiya ku li navçeyê Cizîra Şirnexê pêk tîne û fermana ku dide hêzên xwe yê taybet, suçê mirovahî pêk tîne. Bi benzînê birîndaran dişewitînin û bombe barandinê qetil dikin, ligel vê yekê jî cenazeyê jinên ku qetil dike îşkence dike.

Wêneyê ku tê gotin li Cizîrê hatî kêşandin, tê dîtin jinek piştî qetil dikin tazî dikin û wêneyê wê dikêşin. Pergala şerê taybet jî van wêneyan li ser medyayên civakî parve dikin. Şerê ku li ser bedena jin tê meşandin, dê weke lekeyek reş bikeve rûpelên dîrokê. Wêneyên du jinên ji hev cuda hatine qetilkirin, yek şopê îşkencê û kêran ser sîngê wê tê dîtin ya din jî ji sîng û ranê wê şopê îşkence lê hene.

Derbarê nasnameyê jinên hatine qetilkirin de hîna agahî ne hatine wergirtin. KJA'yê derbarê mijarê de di saetên pêş de wê daxuyanî bide.

Berî niha li Gimgimê Ekîn Wan (Kevser Elturk) piştî hat qetilkirin, hatibû teşhîr kirin.

(rc)