15'ê Sibatê li Wanê bi daxuyaniyek hat şermezar kirin

14:03

JINHA

WAN - Li Wanê bi pêşengiya Rêxistina Partiya Demokratîka Gelan (HDP), DBP, KJA û TUYAD-DER'ê bi boneya rasthatina salvegera 17. komploya navnetewî ya li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan.

Komploya navnetewî yê ku di 15'ê Sibata 1999'an de li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ket 17. sal. Gelê kurd 15’ê Sibatê wek “Roja reş” dît û di her salvegera roja 15’ê Sibatê de dikevin nav şînê. Bi boneya salvegera 15'ê Sibatê bi pêşengiya HDP, DBP, KJA û TUYAD-DER'ê li ber avahiya rêxistina HDP'a Wanê daxuyanî hat dayîn. Nunerê Rêxistina HDP'e ya Wanê Necmî Kalcîk derbarê mijarê de axivî. Necmî got, "Em 15'ê sibatê şermezar dikin. Di 15'ê Sibatê de em ê bi gelê xwe li sebzehalê heya îkînîsanê meşa xwe bikin." Necmî diyar kir ku 40 sale dewleta tirk êrîş û qetlîamên xwe li ser kurdan pêk tîne û got, hem kurd hem jî tirk jiyana xwe ji dest dide û serokvezîrê tirka jî di qesra xwe de keyf dike.Necmî anî ziman ku dewleta tirk tedbîrên baş negre û anî ziman ku, wisa berdewam bike dê bimîne nav zordariyêde. Em her tim dibêjin ku bila kes nemire û hemû kes bi keyfa xwe bijî.

Necmî di dawî ya axaftina xwede diyar kir ku ew bang li hemû welatiyan dikin ku roja 15'ê Sibatê derkevin qadan û komploya dewleta tirk vala derbixin.

(hk/rc)