Jin wê 10.000 îmze bibin meclîsê

14:21

JINHA

STENBOL - Kampanya ku ser banga Hewla Jinan a Ji Bo Aştî ( BÎKG) tevî 160 rexistinên jin û LGBTÎ ku dabûn despêkirin sibê bi dawî dibe. Jin îmzeyên ku berhevkirine dê bibin meclîsa tirkiyê.

Kampanya ku ser banga BIGK'ê 160 jin û rêxistinên LGBTÎ, hember dorpêçên ser Kurdistanê bi dirûşmeyê "Em ne alîgirê mirinê ne alîgirê jiyanê ne û em parazvanên aştî û mafê xwe dikin" dabûn despêkirin û îmzeyên ku di kampanya "Hezar jin 1000 îmze" hatibûn berhevkirin, jin wê sibê bibe meclîsê. Endamên BÎKG'ê bang li tevahî jinan kirin ku li Kolana Yûkselê bicivin û wiha gotin, "Em ji bo her kes dibêjin heqîqet û ji bo her kes dibêjin mûzakere. Em ji bo her kes dibêjin em ne alîgirê şerin! Ji bo em vê rastiyê bi rayedarên vî welatî re parve bikin roja înê saet 15.00'an de 10.000 îmzeyên jin em ê bighînin Seroktiya TBMM'ê."

(dt/rc)