KJA: Emê li hemberî şerê ser bedenan jinê tê meşandin rabin serpiyan
15:05
Hediye Ozdemir/JINHA
ŞIRNEX - Di derbarê komkujiya Cizîrê û teşhîrkirina berdena jinên qetildikin KJA yê got: "Şerê qirêj ser bedena jinan didin meşandin. Em bang li hemû jinan dikin li her devera lêne rabin serpiyan û bertekên xwe bidin nîşandan."
Kongreya Jinên Azad di derbarê komkujiyên hêzên dewletê li Cizîrê kirine û tehşîrkirina bedena jinên qetilkirine de daxuyaniyek nivîskî weşandin. KJA yê di daxuyaniya xwe de bang li hem û jinan kir ku li kîjan devera heyî rabin serlingan û wiha got: "Hişmendiya tecawîkara dewletê ser bedena jinan şer dide meşandin.
Ji meha tîrmehê heya niha faşizma sarayê ser gelê kurd konsepta şer daye despêkirin û her diçe sucê şer lê zêde dike. Li Cizîra 59 roj dorpêça mirinê lê berdewam kirî her diçe jêrzemînên hovîtiyê zêde dikin. Asta ku îro tekoşîna jinên kurd gihayê bûyer tirsa xewnên AKP'ê.
Bi îlana rêveberiyên xwecihî re em di ferqêdene êrîşên stratejiya şerê qirêj û tehşîrkirina bedena jinan ne ya despêkê û ne ji ya dawiyê ye. Di 10'ê Tebaxê de li navçeya Gimgima Mûşê di kesayeta Kevser Elturk (Ekin Wan) de êrîşî ser tekoşîna me jinan kirin, lê bi van êrîşan qet nekarîn me ji tekoşîna me bidin qetandin. Di roja îro de jî ser medyaya civakî em dibin şahidê wêneyên hivîtiya hêzên dewletê dikin."
Em dizanin her êşînê ser bedena jinê tê wateya êrîşên ser girêdana jinan a azadiyê. Her êrîşên ser jinan dikin ser vîna jinan a berxwedanê dikin. Lê ev êrîş ne me jinan ji tekoşîna me û ne jî ji heskirina me ya azadiyê dikare durbixe. Em carekdinê dibêjin ev şerê qirêjê ser bedena jinan tê kirin nikare me ji tekoşîna me durbixe. Emê weke KJA li her qadê bertekên xwe bidin nîşandan."
(zt)