Li wanê polîsan mûdexeleya 'kona berxwedanê' kir
15:56
JINHA
WAN - Li Wanê bi pêşengîya HDP û DBP'yê ji bo qetlîamên ku li ser Cizîr, Silopî û Nisebînê tê pêk anîn hat şermezar kirin. Konê nobetê ya ku ji çalakvanan ve dihat avakirin di encama mudexeleya polîsan de hat xirab kirin, li ser vê yekê welatîya bê kon nobeta xwe ya sê rojan dan dest pê kiririn û daxuyanî dan çapameniyê.
Bi armanca protesto kirina êrîşên hember Sur û Cizîrê bi pêşengiya HDP û DBP'ê xwestin kona nobetê ya ji bo sê rojan bê dayîn. Li ser mudexeleya polîsan HDP û DBP'ê daxuyanî dan û gel bê kon dest bi çalakiya xwe kir.
'Bila gelê kurd deng bide Cizîrê '
Hevserokê HDP'a Wanê Veysî Dîlekçî , Lezgîn Botan û Hevserokên DBP'ê Caziye Duman, Okkaş Kawa, Aktivistên KJA 'yê endamên meclîsa HDP'ê, endama meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî jî ji bo qetlîama di çalakiyê de amede bûn. Daxuyanî Hevserokê HDP'ya Wanê Veysî Dilekçî da û diyar kir ku ew ji bo wan qetlîamên pêk tên bê deng na mînin û ew ê ji bo aştiyê dê sê rojan nobetê bigrin.Veysî anî ziman ku konê wan jî xwera ji bo nobetê anî yi ji alîyên polîsên dewleta tirk hat sitandin û got, ev ji bo wan ne pirsgirêke û ewê dest bi nobeta aştiyê bikin.
Veysî di dawiya axaftina xwede bang li hemû gelê kurd kir û got bila welatî ji bo wan qetlîaman bê deng nebe û deng bide gellê xwe. Daxuyanî di dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Cizîrê " û tilîlîyan bi dawî bû.
(hk-ry/rc)