Mala Jinê ya Hesekê komplo şermezar kir

18:27

JINHA

HESEKÊ - Mala Jinê ya bajarê Hesekê bi daxuyaniya çapemeniyê komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê şermezar kir.

Li Hesekê Mala Jinê 15'ê Sibatê komploya navnetewî bi daxuyaneke çapemeniyê hat şermezar kirin û dexwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. Di daxuyaniyê de komkujiya li Cizîrê pêk hatî jî hat şermezar kirin û pişgiriya berxwedana bakûrê Kurdistanê hat ziman. Daxuyanî li semta Til Hecer ji hêla endama Mala Jinê Muyeser Hemû ve hate xwendin û bi dehan jin beşdar bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em komploya navnetewî bi nefret şermezar dikin û bi navê jinên Rojava yên azadîxwaz em daxwaziya azadiya Rêber Apo dikin. Berxwedaniya Bakûrê Kurdistanê berxwedaneke rewaye û em hovîtiya rejîma AKP'ê mehkûm dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de piştgiriya YPJ'ê bi YPJ-JIN re hate ziman û piştgiriya berxwedaniya Bakûr hate dubarekirin. Daxuyanî bi dirûşmeya, "Bijî Rêber Apo" û "Azadî ji bo Apo' bi dawî bû.

(en/rc)