Fedekariya Zelîxa yê li hember dîrokê

09:18

Zehîda Ehmed/JINHA

KOBANÊ - Dayîka Zelîxa Qehreman ku ji gundê Lehînê ya ser bi Rojhilatê Kantona Kobanê, pênc zarokên xwe tevlî nava refên YPG'ê kiriye. Di encamê pevçûnan de du zarokên wê şehît dikevin û hevjînê wê jî di komkujiya ku çeteyan li Kobanê pêk aniye de şehîd dikeve. Zelîxa diyar kir ku bingeha vê fedekarî ji bo parastina ax û heskirina wê ya li hember felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.

Li hember êrîşê çeteyên DAIŞ'ê berxwedana Kobanê mohra xwe li dîrokê da. Gelek dayîk bi fedakariyên mezin zarokên xwe ji bo parastina ax tevî hêzên YPG û YPJ'ê kirin. Zelîxa Qehreman yek ji dayîkên ku pênc zarokên wê tevlî YPG'ê bûne û hevjînê wê di encama komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest da. Zelîxayê ku temenê wê 55 sale 9 zarokê wê hene. Du kurê wê di di şerê li hember çeteyan de jiyana xwe ji dest dide. Zelîxa wiha qala serpêhatiya jiyana xwe û zarokên xwe dike, "Hezkirina welat û eşqa azadiyê hişt ku zarokên min bi xwîna xwe xaka welat av bidin. Felsefa ku wateya herî rast ji azadiyê re di nava xwe de dihewîne. Baweriya min bi serkeftina şoreşê hebû û ji ber êrîşên terorîstî ku li ser Kobanê zêde bibûn, min 6 kes ji malbata xwe diyarê şoreşê kir."

Dayê Zelîxa da xuyakirin ku malbata wê pir bi welat ve girêdayî û evîndarê azadiyê ne û got, "Piştî şehadeta zarok û hevjîna min, hersê kurê min bi tolek mezintir li hember çeteyan têkoşîna xwe didomînin. Bi tevlîbûna wan bêhtir me fikir û felsefeya Rêber APO nas kir, me rastiya xwe nas kir ku çawa em di bin zilma rêjîma Baas de hatibûn perçiqandin, me nas kir ku ev xak xaka me ye divê êdî em bi destên xwe parastina welat bikin û dijminan têk bibin."

Yekemîn zaroka Zelîxa bi navê Îbrahîm Seîd nasnav Mezlûm e ku di temenê 30 salî de şehîd dibe, Îbrahîm di 2'ê Sibata 2015'an li gundê Îdiq'ê ser bi Başûrê Kobanê şehîd dibe. Zelîxa diyar kir ku kurê wê Îbrahîm bavê çar zarokan e û got, "Piştî şehadeta Îbrahîm birayê wî Mihemed ku 27 salî ye, biryara tevlîbûna YPG'ê dide û çeka birayê xwe radike. Kurê min Mihemed piştî tevlîbûnê bi şeş mehan li gundê Lehîne şehîd dibe, Mihemed jî xwedî 3'ê zarokan bû. Her wendahiyek ji malbatê tola me hîn bilintir dibû."

Zelîxa da zanîn ku ew êşa şerê giran ji kurahî dilê xweve hîskiriye û got ew di şexsê zarokên xwede tevahî şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tîne û wiha dirêjî da gotina xwe, "Em ê herdem li ser şopa wan bimeşin, em ti carî xwîna wan li erdê nahêlin û ji bo parastina welat em ê hemû xwe feda bikin. Ez qet ne poşmanim ku hevserê min û zarokên min tevlî şoreşê bûn û ji bo parastina xaka xwe şehîd bûn. Eger em îro bi xwe vê xakê neparêzin û mafê xwe bi dest nexînin em ti carî jî naghêjin azadiya xwe. Rast e ku şeş kes ji malbata min tevlî têkoşîna li hember dijmin bûne û 3 şehîd ketine. Lê hîn jî em deyndarê xaka Kobanê ne û deyndarê Kurdistanê û Rêber Apo ne. Heya ku kêliyek jî ji jiyana me hebe em ê her li dijî van dijminên hov berxwedaniyê bikin û serkeftinan bidest bixînin."

(hs/rc)