Felsefeya Ehmedê Xanî bi perwerdehiyê ji nîfşên nû re tê ragihandin

09:29

JINHA

WAN - Li Wanê ji bo felsefeya Filezofê kurdan Ehmedê Xanî ragihinin nîşên nû Komeleya Ehmedê Xanî hate vekirin û li ser felsefe û jiyana Ehmedê Xanî perwerdehî tê dayîn.

Li Wanê ji bo jiyan û felsefeya fîlezofê kurdan Ehmedê Xanî ji nîfşên nû re bê ragihandin, komeleya Ehmedê Xanî ya Çandê hate vekirin. Fîlezofê kurd Ehmedê Xanî ya ku di sala 1651'an de ji dayik bû ye û heya dawiya jiyana xwe li ser dîrok û azadiya gelê kurd gelek berhemên wek Nûbehara Bîçûkan, Eqîdeya Îmanê, Dîvan û berhema herî mezin a bi navê Mem û Zîn li ser civaka kurd nîvisî.

'Ehmedê Xanî di 1651'an de tê dinê di 1707'an de diçe ser dilovaniya xwe'

Ehmedî Xanî yê ku di 14 salî de dest bi nîvisa "Mem û Zînê " kir û pîştî 30 saliya xwe de berhema dijî felsefe qedandiye. Ehmedê Xanî li gelek bajarên Kurdistanê di medreseyan de perwerdehiyên wek ol, felsefe, dîrok, wêje, erdnîgarî û astronomî dide zarokên kurdan. Ehmedî Xanî di nava têkoşînek dijwar de derbas dibe. Ehmedê Xanî di felsefeya xwe ya Mem û Zîn bi zimanê evîniyê bahsa têkoşîna civaka kurd û Kurdistanê dike û di dîroka cihanê de wek berhemek bêhempa radixe ber çavan. Ehmedî Xanê di sala 1707'an de li navçeya Bazîdê ya Agîriyê diçe ser dîlovaniya xwe.

'Felsefeya Ehmedê Xanî ragihinin nîfşên nû'

Ehmedê Xanî ku hemû jiyana xwe li ser kurdan da avakirin felsefeya wê ji bo nîfşên nû yên civaka kurdan bû mirateyek. Rêveberê Komeleya Çanda Ehmedê Xanî Mîrza Mehmed Yûce (67) li ser armanca vekirina komeleyê axivî. Mehmed diyar kir ku bi 58 hevalên xwe yên ku evîndarên Ehmedê Xanî ne li hev kombûn û projeyek wiha dan destpêkirin û armanç dikin ku Xanî ragihinin nîfşên nû.

'Ehmedê Xanî filezofek û nirxek mezin e'

Mehmed anî ziman ku Ehmedê Xanî ne kesek ji rêzê ye lawra divê EhmedêXanî di her nîfşê de bê jiyandin û felsefeya ciwan bi felsefeya wî mezin bibin û wiha axivî: "Em ê di komeleya xwe de herî zêde giranî deynin li ser felsefe, zanistî û îdeolojiya Ehmedî Xanî. Wek ku tê zanîn Xanî filezofek mezin bû û heya dawiya jiyana xwe li ser civaka kurdan lêkolîn û xebat daye meşandin. Di berhema xwe ya Mem û Zîn de hemû rastiya civaka kurd li ber çavan radixe. Armanca me ew e ku felsefeya Xanî bidin jiyandin û felsefeya wî li cihanê belav bikin. Xanî xwedî nirxek mezin e lê mixabin ku haya civaka me ji vê nirxê tune. Me jî xwest ku em vê nirxê bi civakê bidin nasin û jiyandin."

'Rastî astengiya tîpa "Ê" û "X" hatine'

Mehmed daxuyand kir ku dema ji bo komeleyê serlêdan kirinê rastî astengiya tîpa "Ê" û "X" hatine û wiha pê de çû: "Dema ku me hemû kar û xebatên xwe bi dawî kir ji bo vekirina komelê ye me serlêdan kir. Lê mixabin wek her caran bi hinceta tîpên qedexe nêzî me bûn. Ji me re gotin ku ev tîp di giramera tirkî de tunene. Hûn nikarin vê komeleyê vekin. Pîştî çand serlêdanên me destûr hate dayin û me komeleya xwe vekir û niha li benda şargirtên xwe ne"

Di pirtûkxaneya komeleya Ehmedê Xanî de tenê pirtûkên Ehmedê Xanî hene û li ser wan pirtûkên ku li ser Ehmedê Xanî hatine lêkolînkirin di rêfan de cihên xwe digirin. Mehmed bilêv kir ku xwendekar werin komeleyê dê bi hemû hebûna xwe felsefeya Ehmedê Xanî hîs bikin.

Komeleya Ehmedê Xanî ya ku li avahiya Levent Farûkê ya li navçeya Rê ya Armûşê ye, li benda xwendekarên xwe yên evîndarên Ehmedê Xanî ne.

(hk/ho/rc)