'Em bi hêvîne hemû hêz li Şengalê bibin yek'
09:30
JINHA
SILÊMANÎ - Li bajarê Silêmaniye yê Konferansa navnetewî ya 'Êzidî piştî DAIŞ:Cênder, komkujî û veger” bi armanca komkirina hemû alî û saziyên ku ji bo tomar kirina komkujiya Şengalê kar dikin, ji aliyê sentera lekolînên cênder û pêşxistina peymangeha lêkolînên navçeyî û herêmî li zanîngeha Emerîka hat li darxistin.
Konfiransa navnetewî “Êzdî piştî DAÎŞ: Cênder, komkujî û veger” di 11-02-2016 an de li Zanîngeha Emerîka ya bajarê Silêmaniya yê, bi tevlîbûna hijmarek zêde ji kesên Akadîmîsiyan, rewşenbîr, kesayetî û rêxistinên navnetewî û Kurdî ji her çarparçê Kurdistanê û nûnerên hemû hêzên parastin û aliyên siyasî li Şengalê û bi sedan kes beşdar bûn.
Di konfiransê de çar panêlên sereke hatin pêşkeş kirin:
1-Bi dekoment kirin û dosya Cenosayd.
2-Zexta derûnî û derman kirin.
3-Avakirin.
4-Aştî û vegera Êzîdîyan.
Di konferansê de pêşengeha wêneyan ya jinên Şengalê ku ji aliyê jinên Şengalê hat bû amadekirin hat vekirn û Konfirans heya şev berdewam kir. Derbarê naveroka konfiransê û çewaniya avakirina Şengalek azad di bin sîwana yeketiya netewî Fermandara Yekîneyên Parastina Jinên Şengal (YPJ-Şengal) Zelal Cemal nirxandin kir. Zelal diyar kir ku konfirans bi armanca avakirin û karkirin ji bo koçberên Şengalê hatiye amadekirin û wiha got, "Hîn Şengal bi temamî nehatiye rizgarkirin. Pir hêz hene li Şengal cihê kêfxweşiyê ye, divê tevahî hêz bi hevra karbikin ji bo Şengal bi temamî bê rizgarkirin. Ji bo rizgariya Şengalê em wek YPJ-Şengal û YBŞ ê amade ne ji bo rizgariya hewirdora Şengalê heya Muslê jî em amedene biçin."
Fermandara YPJ- Şengal Zelal Cemal di dawiyê ragihand ku ew hêvî dikin ku ev konfirans bi bin wesîleya ku tevahî hêzên li Şengalê hev bigirin û got: “Em dixwazin konfirans bibe wesîleya nêzîk bûnên netewî ji bo pirsa Şengalê. Di konfiransê de li ser çewaniya xwe parastina êzîdiyan, avakirina Şengal û vegera koçbera hat gotûbêj kirin.”
(şb/rc)