Li Nisêbînê amadekariyên berxwedanê didomin

10:37

JINHA

MÊRDÎN – Li taxên azad ên Nisêbînê ligel dorpêçkirin û êrîşan jî jiyana asayî didome. Li aliyekê hêzên YPS û YPS-JIN her roj kêlî bi kêlî bendên berxwedanê xurt dikin û li aliyê din welatî amadekariyên ambargoyek demdirêj dimeşînin.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ligel hemû êrîşên tevkujiyê jî bi taybetî li taxên azadkirî jiyana rojane ji 7 salî heta 70 salî bi awayek asayî berdewam dike. Her çiqas dewlet dixwaze taxên azad kirî ên Nisêbînê bêmirov bihêle û polîtîkaya koçberiyê bixe dewrê jî, gel bi biryardariyek mezin xwedî li berxwedan û axa xwe xwedî derdikeve. Li dijî êrîşên hêzên dewletê li aliyekî xebatên xwerêvebirinê didomin û li aliyekî jî gel di çarçoveya xweseriya demokratîk de xwe bi rêxistin dike.

Li pişt barîqatan çanda kevnare heye

Gelê kurd ku ji bo parastina gel hêzên YPS û YPS-JIN avakirin, li kolanên taxan her kêlî bend û barîqatan ava û qewîtir dikin. Li aliyekî jî gel jiyana xwe ya rojane di çarçoveya hevpar ango komûn de berdewam dike. Her çiqas çanda kapîtalîzm û mêtinger dixwaze li Kurdistanê çanda kevnare ya kurdan ji holê rake jî gelê kurd xwedî li çanda xwe xwedî derdikeve. Dayikên li taxên xweser çanda xwe ya kevnare di tenûran de bi pijandina nan berdewam dike. Dayik û jin dema li qadên xweser nan li tenûran didin çanda hevpar û gundan tînin bîra mirov.

Li pişt barîqatan jiyana azad û 3 nifş hene

Li taxan zarok, jin, dayik, kal û pîr bi kêfxweşiyek mezin li pişt barîqatan di nav hewildana jiyana azad de ne. Piştî daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir Efan Ala yên têkildarî operasyonan gelê taxên azad jî dest bi amadekariyên xwe kirin. Welatî li aliyekê amadekariyên ambargoyek dirêj û li aliyê din jî amadekariya berxwedanê di asta herî jor de dimeşînin. Welatiyên ku bi biryar in axa xwe bernedin, banga berxwedanê li herkesî dikin.

(bg/eb/rc)