Dayîkên Aştî: Êdî em ê nebêjin aştî
11:01
JINHA
EDENE - Endamên Meclîsa Dayîkên Aştî a Edenê gotin "Bi salane me got aştî, me navê zarokên xwe jî kir aştî, lê ew her dem qirkirina me esas girtin. Hovîtiya ku li Cizîrê pêk hatî cihê wê di ti pirtûkê de nîne. Êdî zimanê me dê bêşe şer û em ê navê zarokê xwe bikin şer."
Konsepta şer a ku li hember dexwazê xwerêveberina gel hatî despêkirin her ku diçe êrîşê hêzên dewletê li ser bajarê Kurdan zêde dibe û li Cizîrê komkujiya mirovahî pêk anîn. Bi sedan mirov jiyana xwe ji dest dan û bi zindî hatin şewitandin. Endamên Meclîsa Dayîkên Aştî a Edenê diyar kirin ku dê vê hovîtiyê qet ji bîr nekin û bertekên xwe anîn ziman.
'Ev çi mirovahiye?'
Endama Meclîsa Dayîkên Aştî Şemsa Bagdu bi pirsa "Ev mirovahiyek çawaye?" dest bi gotina xwe kir, "Ev nefretek û hêrsek çawaye ez fêmnakim. Kesên komkujiya Îsraîlê rexne dikin, li Kurdistanê hovîtiyek mezintir pêk anîn. Ez hovîtiyên ku li hember gelê Kurd tê pêk anîn bi şîddet şermezar dikim. Dê çawan rûyê malbatên ku zarokên wan hatin qetilkirin û şewitandin binêrin. Wek dayîkên aştî deriyek nema em neçûn ber. Dexwazê me tenê wan birîndaran radestî malbatan kirin û tedewî kirinbû. Lê tevahî derî bi ser rûyê mede hat girtin. Me got 'aştî, azadî', 'bila leşker nemirin'. Lê hewarê me nebihîstin."
'We rûhê firîşte jî bi wan bedenên bê rih re şewitand'
Şemsa wiha dirêjî da gotina xwe, "Firîşte li ser bedenê bê rih li hev komdibin, lê tu tevî firîşteyan bedenên bê rih dişewitînê. Ti nabê Misliman, ji ber zalimî. Bi mehane tu li Cizîr û Surê komkujî pêk tînî bi hovane. Cizîr warê Pêxembera ne. Tu cesaret dikî êrîşê warên me yê pîroz dikî. Bi rojan mirov hewldan xwe bighînin birîndaran, ambulans hatin asteng kirin. Bi rojan malbat li nava kolanan man. Niha em qetilkirina tevahiya dibihîsin. Divê ev yek baş were zanîn, kurd bi qetilkirinê wê ti car tine nebin. Çavê me ne li ax û avê kesiye. Em tenê dexwazê axê xwe dikin. Li hember vê dexwaza me hûn dibêjin şer û mirovan qetil dikin. Em dev ji gotina aştî berdidin û li gel zarokê xwene."
'Bila înşayê we ji were be ji ser axê me derên'
Endama Meclîsa Dayîkên Aştî Fatma Çig destnîşan kir ku di salvegera komploya hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, komkujiyek li ber çavê her kes qewimî û kes dengê xwe dernexist. Fatma wiha domkir, "Serokomar dibêje dê Cizîr ji nûve înşa bike. Em ji te tiştek naxwazin, tu hem hildiweşînî hem jî qala înşakirina wê dikî. Em tiştek ji te naxwazin. Tenê ji axê me derê. We dilê me dayîkan tev şewtandin ne bese. Heya kengî komkujî û hovîtî. Bi rojan we zarokên me di jêrzemînê de birçî û bê av hêla û dawî we înfaz kirin. Ew zarokê vî axîne, we bi kimyasalan qetil kir. Di serî de banga min ji gelê Tirkiyê re, bila li hember hovîtiya dewletê derên. Ew ê nekaribin me bitirsînin. Em her dem got aştî û wekhevî lê li hember dexwaza me şer dan despêkirin. Hunê êrîşê ziman, demokrasî û wekheviyê me bikin, em vê yekê napejrînin. Bi salane me got aştî, me navê zarokên xwe jî kir aştî, lê ew her dem qirkirina me esas girtin. Hovîtiya ku li Cizîrê pêk hatî cihê wê di ti pirtûkê de nîne. Êdî zimanê me dê bêşe şer û em ê navê zarokê xwe bikin şer."
(rc)