KJA: Jin tecrît, bêbextî û dagirkeriyê ji nêzve hîsdikin û dijîn
11:13
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Kongreya Jinên Azad (KJA) bi boneya rasthatina salvegera 17. komploya navnetewî de daxuyanî da.
Kongreya Jinên Azad (KJA) bi boneya rasthatina salvegera 17. komploya navnetewî a li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatî de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya KJA'yê de hat gotin ku dîroka komployan dîroka stretejiya birdoziya dewletên serdestin û wiha hat gotin, "Zîhniyeta serdestiya zilam, bi hêza avakirina dewletê re xwastin me jinan bikin hindir û derî li me bigirin. Em dizanin ku dîroka komployan; dîroka stretejiya bîrdoziya dewletên serdest in. Em perçekirina Kurdîstanê û bêbextiya li ser Reberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan wekî dîroka komployan pênase dikin. Kê/Kî di têkoşîna azadiya jinê de israr kiriye rastî komplayan û tecrîtan hatiye."
Di daxuyaniya KJA'yê de hat gotin ku jin bêbextî û dagirkirinê ji nêzve hîsdikin û wiha domkir, "Em jin di têkoşîna azadiyê de êş û dagirkeriya ku bi bêbextiyan û tecrîtan çebûye, kûrtir dizanin û hîs dikin. 15'ê Şibatê di salvegera 17. Komplo û tecrîta li ser Birêz Ocalan wekî bêbextiya li ser jinê qebûl dikin. Em taqes dizanin ku AKP'ê di vê demê de ji bo ku kurd mafê xwerêvebirina cewherî bikar tînin wekî Sûr, Cîzir…hwd dixwazê bi komployan tarî bike. Dîsa AKP'ê kedê Birêz Ocalan , hevdîtinê Îmraliyê tarî dike û bi vê sedemê tecrîta li ser Birêz Ocalan zêdetir dike.
Em wekî Kongra ya Jinên Azad(KJA) tu caran komplo û tecrîta li ser Birêz Ocalan qebûl nakin. Bi dirûşma ' bi têkoşîna xwerêberkirina cewherî, ji Kurdîstanê re statu, ji rêber Ocalan re azadî' em ê bêbextiyê vala derxin."
(rc)