Jin: Em ji tazîbûna xwe şerm nakin hûn şerm bikin
11:26
JINHA
AMED/WAN – Li Gimgimê piştî Ekîn Wan li Cizîrê jî piştî ku jin hatin qetilkirin bedena wan hat teşîrkirin. Jinên ku bertek nîşanê vê hovîtiyê dan got bi teşîrkirina bedenan nikarin wan bêdeng bikin û wiha got: “Tezîbûna hevalên me tazîbûna me ne. Ji ber ku bedena wan a tazî vîna meye. Em ê li ber xwe bidin û qezenc bikin.”
Li Cizîrê ku di jêrzemînan de bi awayekî hovane mirov hatin qetilkirin, duh jî wêneyek ku jinek li Cizîrê hatiye qetilkirin û piştre jî bedena wê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye tazîkirin û teşîrkirin derket holê. Li hemberî vê yekê jin rabûn ser piyan. Jina bi navê Sevîm Adsoy da zanîn ku hovîtiya ku li ser bedena jinan pêk hatiye armanc ew e ku jinan têxin malan û bitirsînin. Sevîm anî ziman ku dê li hemberî vê hovîtiyê zêdetir jin bitêkoşin û wiha got: “Tezîbûna hevalên me yên jin tazîbûna me ye. Ji ber ku bedena wan vîna me ye. Bi vîna ku ew didin me em ê jî têkoşîna xwe mezin bikin.”
‘Ev hovîtî bi Ekîn Wan dest pê kir’
Jina bi navê Bêrîvan Sîncer jî anî ziman ku piştî meha tebexê û heta niha li Kurdistanê qedexebûyînên derketina derva hatin îlankirin hemû nirxên mirovahiyê hat tunekirin û wiha got: “Li dijî vê hovîtiyê ku jin û ciwanên me li ber xwe didin, berxwedaneke bêhempa didin meşandin. Li dijî ve berxwedanê hovîtyek pir mezin jî pêk tê. Hovîtiya ku bi Ekîn Wan dest pê kir, îro jî li jêrzemînên avahiyan tên jiyîn. Dê li dijî vê hovîtiyê gelê me bi tu awayî bêdeng nemîne.”
‘Bi teşîrkirina bedenan nikarin me bêdeng bikin’
Sarya Olmez jî got duh li Gimgimê û îro jî li Cizîrê ku bedena jinan tê teşîrkirin qebûl nekin û wiha got: “Em ê wekî jinan êdî wêrekiya ku ji jinen Cizîrê girtine têkoşîna xwe berdewam bikin. Nikarin me bi bedenên tazî bitirsînin. Çawa ku hikûmeta AKP’ê ji jinan ditirse em ê jî hember vê hişmendiyê bêdeng nemînin.”
‘Em ê vê hovîtiyê ji bîr nekin’
Ji jinên Wanê Nerîman Orar jî da zanîn ku ev êrîş li hemberî hemû jinan pêk hatiye û ev tişt got: “Li Cizîrê ku çeteyên qesrê hovîtî pêk anîn di tu olî de cihê xwe nîne. Em ê wekî jinên kurd tu carî vê hovîtiyê ji bîr nekin. Bi teşîkririna bedena me nikarin vîna me bişikînin.”
‘Hişmendî qet naguhere’
Jina bi navê Ayşegul Abukan jî wiha got: “Hikûmeta AKP’ê û dewlet ji jinên kurd ditirsin û ev yek jî zelal e. Ji ber ku ji jinan ditirsin li ser bedena jinan ewqas wehşetê pêk tînin. Dê li dijî vê hewşetê berxwedana me bi dawî nebe. Hişmendiya salên 90’î ku hovîtî pêk dianî û a niha ku pêk tê nîşan dide ku tu guhertin pêk nehatiye.”
(go/rc)