Li Nisêbînê zarokên barîkat…
12:05
JINHA
MÊRDÎN – Zarokên Nisêbînê ji bo ku neyên kuştin li her derê barîkatan çêdikin. Zarokên ku bi çîrokên bira û xwişkên xwe mezin bûne û wan qet nedîtine bi destên xwe yên mezin di nava berxwedana mezin de ne.
Li Nisêbînê ku berxwedana rêveberiya cewherî berdewam dike, ji her temenî parastin bi hêztir dibe. Li taxa Zeynelabîdîn ya Nisêbînê zarok li her derê kolanan bi kevir, kîsên arvan û qûmê barîkatan çêkirine, ji saetên serê sibê dest bi kar dikin û di saetên şevê de jî dest ji kar berdidin. Zarokên ku ji hoporloran stranên şoreşê guhdar dikin bi kelecanek mezin barîkatan çêdikin. Armanca zarokan ew e ku xwe ji êrîşên hêzên dewletê biparêzin. Hemû zarok jî bi çîrokên êş ku dêy û bavên wan jiyan kirine mezin dibin.
Hemû zarok ji kevneşopiya berxwedanek mezin tên
Zarokê 10 salî yê bi navê Nurî ku wekî serfermandarek keviran ji cihên wan digire û ji bo çêkirina barîkatan dide destên zarokên din, da zanîn ku 3 birayên wî PKK’î ne û wî qet birayekî xwe nedîtiye û ev tişt got: “Ji bo ku birayê min, min bibîne û ji bo bi min serbilind be ji hevalên xwe re bêje ev birayê min e.”
Kena Makbuleya 5 salî ku kena rûyê wê qet kêm nabe kevirên parkeyan dide serhevdû. Makbule ku temenê wê biçûk e, pajeroja wê pir kur e. Makbule anî ziman ku Diyar Bagok ê ku li Kobanê li hemberî DAIŞ’ê şer dikir û jiyana xwe ji dest da apê wê bûye. Makbûle piştre jî got ‘Ez YPS-Jin im’
Diyan jî xwişka xwe ya ku navê wê girtiye tenê di wêneyan de dîtiye. Zaroka 8 salî ya bi navê Diyan ku navê xwe ji xwişka xwe ya PKK’î girtiye 4 kevirên parke bar dike. Diyan jî anî ziman ku ew xwedî li mîrasa xwişka xwe ya ku tenê di wêneyan de dîtiye derdikeve.
Meleka 11 sali jî şopa lingê xwişka xwe dişopîne. Xwişka melek jî ji jinên YPS Jin e. Melek deqeyek ji xwişka xwe venaqete û kevirên berxwedanê bar dike. Melek ji aliyekî ve jî nanên ku dayika wê dipêşe li zarokan belav dike û ji aliyekî din ve jî bi keviran barîkatan çêdike.
(go/rc)