Rexistinên Jinan: Li hemberî jinan şerekî topyekûn hatiye destpêkirin

12:14

JINHA

STENBOL - Nûnera Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin a Stenbolê Fîdan Ataselîm diyar kir ku li hemberî jinan şerekî topyekûn hatiye destpêkirin û wiha got: "Qetilkirina jinên li Cizîrê û teşîr kirina bedenên wan, her wiha û jinên ku dixwazin ji hevjînên xwe cuda bibin tên kuştin ji ber heman zîhniyeta şere."

Şerê li Kurdistanê yê ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatiye destpêkirin bi teşîr kirina bedenên jinan berdewam dike. Zîhniyeta ku dixwaze bi qetilkirina jinên têkoşer û teşîrkirina bedenên wan têkoşîna jinan bi fetisînin bersiva xwe ji jinên têkoşer digirin. Ji roja ku konsepta şer xistin meriyetê bi qetilkirina Ekîn Wan xwestin çavê jinan bitirsînin. Niha jî polîtîkayên xwe yên qirêj li Cizîrê xistin meriyetê. Di her du bûyeran de jî bersiva jinan a ji bo zîhniyeta baviksalariyê heman bû: "Dema dewlet ji bo zilmê amadekarî dikir jin ji bo berxwedanê amade bûn."

Parêzer Tuba Torun diyar kir ku li Cizîrê jin tên qetilkirin bedenên wan tên teşîrkirin û wiha got: "Di bûyerê de bi zanebûn kuştin heye. Li gorî qanûnan divê cezayê girtîgehê yê heta hetayê li wan kesan were birîn. Lê li Tiriyeyê hiqûq avêtine çopê. Qetil kirinên jinan di îktidara AKP'ê de derketiye lûtkeyê. Tenê di meha çileyê de 36 jin hatin qetilkirin. Ev hemû tiştî radixe ber çavan û em dibînin ku di aliyê hiqûqê de hemû hewldanên me vala ne."

Nûnera Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin a Stenbolê Fîdan Ataselîm jî anî ziman ku li Kurdistan û Tirkiyeyê şer li ser bedena jinan tê meşandin û wiha pêde çû: "Teşîr kirina bedena Ekîn Wan û jinên Cizîrê polîtikayên dewletê ne. Qetilkirina jinên li Cizîrê û teşîr kirina bedenên wan û her wiha jinên ku dixwazin ji hevjînên xwe cuda bibin tên kuştin ji ber heman zîhniyeta şere."

Fîdan bi lêv kir ku ew ê li hemberî qetlîaman ji bo mafê xwe û azadiya xwe bidest bixin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha axivî: "Bertekên me yên li hemberî qetlîaman dê bidomin. Zîhniyeta AKP'ê û DAIŞ'ê heman in. Jinan hedef digirin û qetil dikin. Wekî jin em ê li hemberî zîhniyeta qirêj a îktidarê ji bo maf û azadiya xwe li ber xwe bidin."

(mb/rc)