Nûçegîhana DÎHA'yê Bêrîtan Îrlan li Cizîrê hate binçavkirin

12:21

JINHA

ŞIRNEX - Nûçegîhana DÎHA'yê ya Cizîrê Bêrîtan Îrlan a ku malbatên birîndaran, ên ku xwestin biçin taxên Cudî û Sûrê dişopand, ji aliyê tîmên taybet ve hate binçavkirin.

Ji bo rewşa birîndarên li 3 avahiyên li taxên Cudî û Nur ên Cizîrê hîn bibin, malbatên birîndaran di saetên sibehê de li ber Şaredariya Cizîrê kom bûn û ji wir ber bi taxan ve derketin rê. Nûçegîhana DÎHA'yê Bêrîtan Îrlan a ku malbatan dişopand, ji aliyê tîmên taybet ve hate binçavkirin.

Bêrîtan bi hinceta "qedexeya derketina kolanê îhlal kiriye" hate binçavkirin û niha li Qereqola Şehîd Murat Akançay tê girtin.

(rc)