Li Nisêbînê 2 rojnameger hatin binçavkirin
13:15
Sibat
12
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê nûçegihanê Fransewî Gael Cloarec û nûçegîhanê siyasihaber.org'ê Duygû Yildiz di dema şopandina nûçeyan de hatin binçavkirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di dema şopandina nûçeyan de nûçegihanê Fransewî Gael Cloarec û nûçegihana siyasihaber.org'ê Dûygû Yildiz hatin binçavkirin. Polîsan nûçegihana li Navenda Çand û Hunerê ya Mîtaniyê binçav kir û şandin Muduriyeta Polîsan a Nisêbînê.
Sedema binçavkirina nûçegihanan nehat zanîn.
(rc)