TEV-ÇAND'a Kobanê komplo şermezar kir

13:45

JINHA

KOBANÊ - Bi boneya rasthatina salvegera komploya navnetewî a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, TEV-ÇAND'a Kobanê daxuyaniyek da.

Îro TEV-Çand Kobanê ya Baqî Xido bi mebesta şermezarkirina komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da. Endama saziyê Evîn Berewad daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em vê komplya navnetewî şermezar dikin. Ev 17. sal ku Rêberê Apo di nav şert û mercên giran de li girtîgeha Îmraliyê dimîne. Rêber Apo li beramberî van şertan li ber xwe dide. Lê ewqas tecrîd li ser tê kirin, di nava çar dîwaran de dîsa jî li berxwe dide. Serî ji tu kesê/î re natewîne. Rêber Apo bûye kevoka aştiyê û herdem ji bo gelê Kurd aştiyê dixwaze."

Di berdewamiya daxuyaniyê de komploya navnetewî û tecrîda şidandî ya li ser Rêberê PKK'ê hate şermezarkirin û berxwedaniya birûmet a Bakûrê Kurdistanê hate silavkirin. Daxuyanî bi gotina "Bimire komploya Navnetewî, Bimire faşîzma AKP'ê, azadî ji bo rêber Apo" bi dawî bû.

Piştî daxuyanî hate xwendin endamên TEV-ÇAND'a Kobanê ya Baqî Xido dûruşmeyên 'Bijî Serok Apo' berz kirin.

(ze/en/rc)