Jina Ereb bertek nîşanî komployê da
14:23
JINHA
TIL TEMIR- Ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, saziyên bajarê Til Temir, bi hemû niştecihên xwe ve alên reş li ser sazî-malên xwe dalqandin. Jinên Ereb jî tevlî bûn û nerazîbûna xwe nîşan dan.
Saziyên bajarê Til Temir û şêniyên wê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên reş li ser sazî û malên xwe dalqandin. Ne tenê Kurdan her wiha Erebên bajêr jî tevlî vê çalekiyê bûn. Di derbarê vê de jineke Ereb nêrînên xwe wiha anî ziman. Xedîce Hisên bi mehkûmkirina komployê dest bi axaftina xwe kir û bang li raya giştî a cîhanê kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyê ku tecrîdeke şidandî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tîne nerazîbûna xwe nîşan bidin.
Xedîce Hisên êrîşên hovane yên dewleta Tirkiyê li hemberî Bakûrê Kurdistanê jî nirxand û got: "Ji ber dewleta Tirk ji hêza Kurdan û bi taybet a jina Kurd ditirse bi hovîtiyek wiha êrîş dike. Ew dizanin şoreşa Bakûr şoreşa jinê ye. Lewma herî zêde êrîşê jinan dikin ji bo vîn û hêza wê bişkênin."
Xedîce Hisên di dawiya axaftina xwe de got: "Em pir tiştan deyndarê Rêber Apo ne. Wî di kesayeta jinê de baweriyeke mezin ava kiriye. Tu kes nikare vê îradeyê biçewisîne. Ez wek jineke Ereb dibêjim ku bêyî Serok jiyan nabe û ji bo vê yekê ez nîşan bidim min ala reş li mala xwe daliqandiye. "
(ja/en/rc)