Hunermendên jin piştgirî dan berxwedana bakûr
14:33
JINHA
DÊRIK - Li ser sînorê bakûrê Kurdistanê li Endîwera girêdayî Dêrikê ji bo protestokirina komkujiyên hovane ên ku bi destê hêzê dewleta Tirkiyê li Cizîrê pêk hatiye, çalakî ji aliyê jinên TEV-ÇAND'ê ve hat li darxistin. Xebatkarên jin ên TEV-ÇAND'a Rojava tev di çalekiyê de amade bûn û bi def û erbaneyê kiryarên dijmirovahî şermezar kirin.
Çalekiya endamên jin ên TEV-Çand Rojava piştî ji tevahiya qadên kantonê jinên hunermend kom bûn bi meşek ber bi sînorê Bakûrê Kurdistanê ve rêketin. Meşvanên TEV-ÇAND'ê bi dirûşme, def û erbaneyê heya cihê daxuyaniyê meşiyan. Li ber sînor daxuyanî ji hêla Umîd Elî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Îro li Bakûrê Kurdistanê şereke dijwar diqewime. Gelê Bakûrê Kurdistanê li dijî zilm û zordestiya dewleta Tirkiyê, rêveberiya xweser a demokratîk îlan kiriye. Faşîzma dewleta Tirkiyê bi zihniyeta komkujî û qirkirinê li hember gelê Kurd êrîşan pêk tîne." Daxuyanî wiha domiya "Em wek jinên di TEV-Çand Rojava ji Serokomarê dewleta Tirkiyê Erdogan, Serokwezîr Davutoglu re dibêjin bila baş bizanibin ku di dîrokê de hertim têkoşîna gelên mafdar bi ser ketiye û wê îro jî bi ser bikeve. Eger hûn êrîşên xwe wiha bidomînin dê bibe sedema tinebûna we. "Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin "Îro dilê Rojhilata Navîn bi YPS û YPS-Jin re lê dide."
Di dawiya çalakiyê de endamên TEV-ÇAND'a Rojava yên jin dirûşmeyên piştgiriya berxwedaniya Bakûrê Kurdistanê berz kirin.
(db/en/rc)