Yekîtiya Star a Efrînê êrîşa hember bedena jin û înfazkirina birîndaran şermezar kir

15:02

JINHA

EFRÎN - Rêxistina Yekîtiya Star a kantona Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya dewleta Tirkiyê a li hember gelê bakûrê Kurdistanê şermezar kir.

Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Efrînê, derbarê komkujiya ku li Cizîrê pêk hatî de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya Yekîtiya Star a Efrînê wiha destpê dike: "Em jinên Kantona Efrînê kiryarên derveyî exlaqê yên rejîma Tirkiyê bi tu awayî qebûl nakin. Ev kiryar sînorên wîjdan û mirovahiyên binpêkirine. Erdogan bi zihnê dîktatorekê tevdigere û li beramberî vîna gelê Kurd a xweseriya demokratîk hovîtiyan dike. Bi taybet li dijî jinên Kurd êrîşên derveyî pîvanên exlaqî pêk tên. Bûyerên qirkirina sê şoreşgerên jin, êrîşkirina dayîkên aştiyê û herî dawî înfazkirina kesên birîndar û tezîkirina jinên ku qetil kirine, rûreşiya herî mezin e."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin: "Em dizanin êrîş li ser bedena jinekê êrîş li ser tevahiya jinan e û êrîş li fikir û felsefeya Rêber Apo ya azadîxwaziya jinê ye. Em bi navê Yekîtiya Star Efrînê hovîtiya li ser gelê Kurd li Bakûr û bi taybet a li ser jinên Kurd mehkûm dikin. Ji bo me tu wateya sînoran tine ye û beden, ruh û vîna me jinên Kurd yekparçe ye."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahiya mirovahiyê û jinên Kurd hat kirin ku ji bo azadî û şoreşa Bakûr têkoşîna xwe bilindtir bikin.

(fr/en/rc)