Bîlançoya dawî ya komkujiya Cizîrê

15:16

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê, ji 138 kesên li jêrzemînên 3 avahiyan asê man 70 cenaze ji aliyê ambûlansên Şaredariya Cizîrê ve hatin derxistin. Aqûbeta 67 kesên mayî, hînê nayê zanîn.

Wehşet û terora dewleta Tirk a li Cizîrê, di roja 60. de dewam dike. Ji ber qedexe, zext, astengî û dek û dolabên dewleta Tirk, li ser hejmara mirovên di komkujiyê de hatine qetilkirin agahiyeke têrker bi dest nakeve. Dewleta Tirk ji bo ser vê komkujiya xwe ya hovane bigire, hejmaran 'bi kontrol' eşkere dike. Li jêrzemînên avahiyên li Cizîrê ku 2 jê li taxa Cûdî yek jî li taxa Sûrê ye, li gorî agahiyên dawî yên ji birîndarên lê asê mane hatin wergirtin, ji 138 kesên asê mayî 39 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî van jêrzemînên wehşetê, di nava 4 rojan de ambûlansên Şaredariya Cizîrê heta niha 70 cenaze rakirine.

Li jêrzemîna avahiya li Kolana Bostanci ya li taxa Cûdî, ku qatên jorê yên avahiyê bi temamî hatibûn rûxandin, herî dawî di 31'ê Çileyê de têkilî bi birîndaran re hatibû danîn. Li gorî agahiyên di vê axaftinê de birîndaran ragihandin, li avahiyê 15 birîndar, 9 kesên bi wan re û 7 kesên jiyana xwe ji dest dan, bi giştî 31 kes hebûn.

Li jêrzemîna avahiya li Kolana Narîn ku weke jêrzemîna wehşetê ya duyemîn tê naskirin, tevî 10 kesên jiyana xwe ji dest dan 62 kes hebûn û ev hemû birîndar bûn.

Li jêrzemîna wehşetê ya sêyemîn a li taxa Sûrê jî 45 kes hebûn, ji van 22 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî agahiyên dawî yên ji van jêrzemînan hatin wergirtin, tevî 39 kesên jiyana xwe ji dest dan 138 kes li her sê cihan bûn. Lê belê di nava çar rojan de ji van her sê jêrzemînan 70 cenaze hatin derxistin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Cenaze piştre sewqî Mêrdîn, Riha û Silopiyayê hatin kirin. Ji van 28 sewqî Rihayê, 7 rakirin Nexweşxaneya Delwetê ya Mêrdîn Artûklû, 36 jî şandin depoya hewaya sar a li Deriyê Sînor ê Xabûrê. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê jî, ji ber ku di bin dorpêçiya polîsên Tirk de ye, nayê zanîn bê çiqas cenaze lê ne.

Di nava du mehên terora dewleta Tirk a li hemberî Cizîrê de hejmara cenazeyên mirovên sivîl ên heta niha hatine derxistin, gihaşt 155 kesan. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de, Mîray a 3 mehî, 2 pitikên 7 mehî yên di zikê dayika xwe de, yek jê 8 mehî 3 pitik jî hene. Lê belê ji ber hewldan û zextên dewletê yên ji bo nixumandina komkujiyê, agahiyeke zelal bi dest nakeve.

Di çarçoveya hewldanên nixumandina komkujiyê de rayedarên dewletê biryar da 'bi kontrol' daxuyaniyan bide û hejmara eşkere bikin.

Li gorî nûçeya Rojnameya Cûmhûriyetê, di civîna bi beşdariya rayedarên Serokwezaretiyê, Midûriyeta Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, Fermandariya Giştî ya Artêşê, Midûriyeta Giştî ya Enformasyonê ya Çapemenî Weşanê, TRT û Anadolû Ajansi de, ev biryar hatiye wergirtin û helwesta li ser weşandina nûçeyên li ser operasyonê hatiye diyarkirin.

Di çarçoveya vê biryarê de ji bo asta wehşeta komkujiyê bê veşartin, hejmara mirovên hatine qetilkirin perçe bi perçe tên weşandin.

(rc)