Mamosteyan komplo û komkujiya Cizîrê şermezar kirin

15:35

JINHA

DÊRIK- Mamosteyên bajarê Dêrikê li ser sînorê Endîwerê bi daxuyaniyekê komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê mehkûm kirin û hovîtiya li Cizîrê şermezar kirin.

Bi boneya 17. salvegera komploya navnetewî li tevahiya Rojavayê Kurdistanê çalekiyên şermezarkirinê pêşdikevin. Îro li bajarê Dêrikê li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê jî mamosteyên Dêrikê kom bûn û bi daxuyaniyekê hem komplo şermezar kirin hem jî bal kişandin ser komkujiya ku li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatî.

Bi dehan mamosteyên Dêrikê ber bi sînorê Bakûrê Kurdistanê bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Bakûr" meşiyan û li wir daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji hêla endamê Saziya Ziman Kemal Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê hate mehkûmkirin û hate gotin, "Em bi navê mamosteyên Dêrikê dibêjin ku tu kes nikare roja me tarî bike. Em van komkujiyên rejîma Tirkiyê û çeteyên Erdogan li bajar û navçeyên Bakûrê Kurdistanê şermezar dikin. Ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin. Ji birîndaran re şîfaya acîl dixwazin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:"Em raperîna gelê xwe li Bakûrê Kurdistanê silav dikin û ji çeteyên AKP'ê û Erdogan re dibêjin ku ev hovîtiya we nîşaneya binkeftina we li beramberî vîna gelê Kurd e." Di dawiya daxuyaniyê de jî hate bibîr xistin ku dawiya tevahiya kujerên mirovahiyê çawa bi destên berxwedana gelan bûye, dê kojerên li Bakûr jî bi heman çarenûsê rûbirû bimînin.

Piştî daxuyanî bi dawî bû mamosteyan bi dengekî bilind diruşmeyên 'Bijî Berxwedana Bakûr', 'Bijî Berxwedana Cizîrê' berz kirin.

(db/en/rc)