Li Colemêrgê 2 jin û ciwanek hatin binçav kirin

15:56

JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê HDP û BDP'ê bi armanca şermezar kirina Cizîrê daxuyanî dan çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê polîs êrîş bir ser girseyê 2 jin û cewanek girtin binçavan.

Li Colemêrgê ji ber komkujiya bi destê hêzên dewleta Tirk li Cizirê pêk hatî şermezar bikin, bi pêşengiya DBP û HDP'ê li taxa Karşiyaka'yê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Partiya Heremên Demokratik(DBP)'ê Huseyin Armut ve hat dayîn. Huseyîn bal kişand li ser berxwedana Cizirê û helwesta hikumetê û wiha got, "Li Cizirê ev 15 rojin birîndar bendê alîkariyê ne. Lê hikûmet alîkarî asteng kir û komkujiyek mezin li Cizîrê pêk anî. Em êrîşên hovane şermezar dikin."

Daxuyanî bi berzkirina diruşmeyên "Biji berxwedana Cizirê" dawi bû. Gava ku girse xwest ku belav bibe polîsan êrîş kir û raste rast gule reşandin. Di êrîşan de 2 xwendekarên jin û ciwanek hatin binçavkirin. Xwendekar birin Emniyata Miduryet a Colemêrgê.

(zyd/rc)