Bi berxwedanî mafê jiyanê tê destxistin

16:34

JINHA

TIRBESPIYÊ - Niştecih û Meclîsa Gel a herêma Sincaqê ya ser bi Tirbespiyê bi daxuyaniyekê 17. salvegera komploya navnetewî a 15'ê Sibatê şermezar kirin û piştgiriya xwe ya ligel berxwedana Bakûrê Kurdistan anîn ziman.

Bi ser navê Meclîsa Gel a herêma Senceqê endamê Meclîsê Mihemed Osê daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Komploya Navnetewî ya di kesayeta Rêber Apo li dijî gelê Kurd bi destên hêzên mêtînger ên herêmî û Navnetewî bi taybet rejîma Tirkiyê pêk hatiye û tinekirina vîna gelê Kurd kirine armancê xwe. Lê belê felsefeya Rêber Apo bi gel daye fêrkirin ku tenê bi berxwedaniyê dikare maf were bidestxistin û bi berxwedaniyê dikare jiyana nû were afirandin."

Daxuyanî wiha dewam kir "Yên ku komplo plan kirin û pêkanîn baş ji nêz ve rastiya têkoşîna gelê Kurd nedinasîn. Nedizanîn ku Rêber Apo çiqas ji me dûr be jî, felsefeya wî rêya têkoşîna me ronî dike. Dijminên me nizanin ku em hertim bi Rêberê xwe re ne û heya em bijîn em ê dest ji rêya wî û ya şehîdan ber nedin."

Di daxuyaniyê de piştgiriya berxwedana Bakûrê Kurdistanê jî hate ziman û bangewazî hate kirin ku herkes xwedî li şoreşa Bakûr derkeve û wiha hat gotin, "Ev şoreş li dijî dagirkerî, tunekirin û zilmê şoreşa herî dawî ye. Gelê me bi azadiya xwe û rêveberiya xweser têkoşîn dike û ev mafeke rewa ye, ne tewan e. Lê belê dewleta Tirk a dagirker vê yekê wek tewan dinirxîne. Zarok, jin, ciwan û pîr herkesê qirdike. Li beramberî vê em wek niştecihên Sincaqê piştgiriya berxwedana Bakûrê Kurdistanê dikin û tînin ziman."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Çawa gelê me yê Bakûrê Kurdistanê xwedî li şoreşa Rojava derket, bi heman rengî em ê jî xwedî li şoreşa Bakûr derkevin." Daxuyanî bi diruşmeyên 'Bê Serok Jiyan Nabe' û 'Bijî Berxwedana Bakûrê Kurdistanê' bi dawî bû.

(ss/jh/rc)