ÎHD'a Colemêrgê teşîrkirina bedenê jinan şermezar kir

17:00

JINHA

COLEMÊRG - Li her deverên Kurdistanê ji bo teşîrkirina bedena jinan bertek li hember hikûmeta AKP'ê û hişmendiya destilatdariyê mezin dibe. ÎHD'a Colemêrgê bi daxuyaniyek diyar kir ku divê hesab ji wan kujeran bê xwestin û werin darzandin.

Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD)'a Colemêrgê bi daxuyaniyek teşîrkirina bedena jina ku li Cizîrê hatî qetilkirin şermezar kir. Daxuyanî li avahiya ÎHD'ê hat dayîn û daxuyanî ji aliyê Perîhan Çifçî ve hat xwendin.
Perîhan bal kişand ser têşhir kirina bedena jinan û komkujiyên Cizirê û wiha got:" Li Cizirê mafê mirovan hate binpêkirin û aliyê dewletê tu alikari nehatin dayin, her wiha ewqas birindar ku bên derman kirin di rojevê da bun lê disa hikumetê xwe li hemberi qîrina birindaran bêdeng kir û komkuji pêk anî. Em vê şermezar dikin û bila bizanin ku em qebul nakin her wiha weki li Gimgimê disa bedena jinek din li Cizirê hat teşhir kirin em bangawaziyê li hikumetê dikin ku ew kesên ku dijmintiya mirovahiyê dikin bên darizandin."

(zyd/rc)