Tevgera koçberiyê a ber bi Kantona Efrînê ve didome
17:18
JINHA
EFRÎN - Tevgera koçberiyê a şêniyên gundên rojhelatê bajarê Helebê yên ku ji ber komên çeteyan direvin ber bi kantona Efrînê ve tên.
Şêniyên ku ji ber çeteyan direvin piraniya wan ji rojhelatê gundên Helebê û herêma şehba ne bi taybet jî ji Dêr Cemal, Kefir Neya, Kefir Nasih, Mayir, Til Refet, Şêx Îsa, Rîtan, Ezaz û herêmên şehba ne. Piştî zêdebûna êrîşên çeteyên Elnûsra, Ehrar Elşam û yên girêdayî wan lî ser gundên rojhelatê Helebê û herêma Elşehba pêk hat, şêniyên heremê direvin û berê xwe didin Kantona Efrînê. Hêjmara şêniyên ku heta niha revîne ji hezarî zêdetire. Kantona Efrînê ji Tîrmeha 2013'an û vir ve dema ku hêzên Rêjîmê êrîşî taxa Şêxmaqsûd ya Helebê kir û vir ve tevgereke koçberiyê yê wiha nedîtibû. Ev tevgera duyeme ya koçberiyê ye.
Tevî rewşên zehmet yê ku kantona Efrînê bi xwe jî tê re derbaz dibe, şêniyên kantonê deriyên xwe ji koçberan re vekirye. Koçber di qampa Robar ya di gundê basilê yê bi ser navçeya Şêrawa ya Efrînê de tên bi cih kirin. Ji ber vê yekê koçber neçar dimînin ku di şertên zehmet de di qampê de rawestin. Gelek malbat ji ber tunebûna çadiran di yek çadirê de dimînin.
Hêjayî gotinê ye ku heta niha tu alikariyek ne ji NY, ne jî ji saziyên mafên mirovan ji bo heremê nehatiye. Tevî ku koçberî ber bi Efrînê ve pir bûye lê NY ji nedîtî ve tê.
Her wiha gelek malbat mecbûr dimînin ku li derve di nava erdên zeytûnê de razin. Ev jî nîşanyeya rewşeke ne baş e.
(fr/jh/rc)