Li Kolana Bostanci 26 kes hatine înfazkirin

17:21

JINHA

ŞIRNEX - Di avahiya li Kolana Bostanci ya li Cizîrê de derket holê ku 15 jê birîndar 26 kesên 19 rojan li benda alîkariyê bûn hatine înfazkirin.

Di avahiya li Kolana Bostanci ya li Cizîra Şirnexê de ya wek jêrzemîna wehşetê ya yekemîn tê zanîn, derket holê ku 15 jê birîndar 26 kesên 19 rojan li benda alîkariyê bûn hatine înfazkirin. Her wiha hat ragihandin ku di heman taxê ji mal an jî malên din 13 cenazeyên din hatine derxistin. Bi giştî 39 cenazeyên ji aliyê ambûlansên Şaredariya Cizîrê hatin barkirin birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Di nav çar rojên dawî de di qetlîamên li taxên Cûdî û Sûrê de hejmara yên di 3 jêrzemînan de hatin înfazkirin û rakirin nexweşxaneyê derketiye 110’an. Di jêrzemînên piraniya wan birîndar 138 kes lê ne jî yên agahî ji wan nayê girtin jî wek 28 kesan tê zanîn.

(rc)