YPS-JIN: Dayîkên Şirnexê wê çekê Asya hildin
09:44
JINHA
ŞIRNEX - Hevalên endama YPS-JIN Hîdayet Taştamur (Asya) a ku di 5 Sibatê de birîndar bû û dûvre jiyana xwe ji dest da qala rûhê wê a fedayîbûnê kirin û gotin ew jinek berxwedêr û rû li kenbû. Endamên YPS-JIN diyar kirin ku dayîkên Şirnexê dê çekê Asya hildin. Strana "Merwano" a ku Asya bi dengê xwe gotiye ji hevalên wê ên têkoşer re bûye mîrate.
Hevalên berxwedanê qala endama YPS-JIN Hîdayet Taştamur (Asya) a ku li Bahçelîevler a Şirnexê di çalakiya li dijî Navenda Kademe ya Polîsan de birîndar bûyî û dûvre jiyana xwe ji dest daye kirin. Endama YPS-JIN Nuda Botan û Dîldar Elkê diyar kirin ku ji bo avabûna YPS-JIN a Şirnex, Asya kedek mezin nîşan daye û gotin Asya bi coş û fedekariya xwe hevalên xwe jî kêfxweş dikir.
'Kedê Asya nava YPS'ê de zêde ye'
Endama YPS'ê Nuda Botan diyar kir ku Asya gelek bi coş û rû li kenbû û wiha got, "Dema ku hevalê wê şehîd ketibana jî morala xwe xirab nedikir û motîvasyon dida dora xwe. Asya tenê di warê leşkerî de girtina dest wê kêm bimîne û bê mafî li kedê wê bê kirin. Têkoşîna Asya hem di warê têkoşîna civakî hem jî di warê leşkerî de hebû. Ji ber tevlîbûna wê a pêşeng, şahedeta wê bandorek mezin li ser me kir. Xwedî seknek bi hêz bû. Em ê têkoşîna wê bidomînin. Me hêz ji disiplîn, moral û motîvasyona wê digirt. Xwedî hêzê rêxistinek mezinbû."
'Roj roja meş ber bi şoreşê ve ye'
Nuda da zanîn ku piştî şahedeta Asya berpirsyariyên mezin dikevin ser milê YPS-JIN û wiha domkir, "Asya bi şoreşgertî û mirovbûna xwe navenda balê bû. Her kes li dora wê dicivî. Piştî şahedeta Asya berpirsyariyên mezin dikeve ser milê me tev. Ji ber xwedî kedek mezin bû. Navenda çareseriyê bû kesayetê wê. Piştî şehadeta wê, me gelek li hebûna wê geriya. Li hember şahedeta Asya hêrs û hestê tolhildanê bi gel û mera pêşket. Berî Asya şehîd bikeve, mirovek jê pirsiya 'tunê jî birevî ji vir' ew jî bi ken bersiv da 'tenê bedenê min a mirî wê ji vir derê'. Seknek fedayî hebû, xwe ji dil û can tevlî YPS-JIN kiribû.
'Divê ciwan bi hestên tolhildanê tevlî YPS'ê bibin'
Nuda destnîşan kir ku piştî şehadeta Asya tevlîbûn ji YPS-JIN re zêde bûne û wiha dawî li gotina xwe anî, "Tevlîbûnên nû piştî şehadeta Asya çêbûn. Bi şahedeta Asya re zelalbûn çêbû. Êdî divê ciwan berê xwe bidin şoreşê. Divê ciwan bi hestên tolhildanê tevlî YPS'ê bibin. Asya li gel ku tax nasnedikir jî bi şev û roj barîqatan çêdikir û êrîşê dijmin asteng dikir. Ji ber vê ji girî zêdetir, bi tevlîbûnek zanistî em dikarin taxên xwe biparêzin."
'Çekê wê dê li erdê nemîne'
Dîldar Elkê diyar kir ku ji îlankirina YPS'ê ve ew her li gel Asya tevgeriya ye û wiha got, "Asya di sekna xwe de zelal bû. Bi kenê xwe moral dida derdora xwe. Demek dirêj me bi hevre borand. Di çêkirina barîqatan de ji me bi mûzîkî motîvasyon dikir. Asya her dem digot, 'Bahçelîevler dê têk neçe, ez ê heya dilopa xwîna xwe yê dawî şer bikim'. Ji aliyê gel ve jî gelek dihat heskirin. Carnan dayîk me digirtin û digriyan. Me jî digot girî ne çareseriye. Asya digot 'eger rojek şehîd bikevim çekê min dê jinên Şirnexê hildin'. Ew daxwazî dê pêk were. Çekê wê dê li erdê nemîne. Asya digot 'negrîn bila hestê we yê tolhildanê mezin be'. Em jî niha dibêjin girî ne dema tolhildanê ye. Hevalên me bi qehremanî çalakî pêk anîn. Riya wan dê riyê me ronî bike."
(rc)