Jin dê têkoşîna xwe li hember şîdeta desthilatdariyê bilind bikin

11:05

Zeynep Akin/JINHA

ÊLIH - Derûnnasa Navenda Şêwirmendiya Jin a SELÎS Bahar Bayindir diyar kir ku di demên dawî de qetilkirina jinan zêde bûye û diyar kir ku polîtîkayê dewletê qetilkirina jinan rewa dike. Bahar anî ziman ku dê têkoşîna xwe ji her demê zêdetir bilind bikin.

Li Tirkiyê her roj jin rastî tacîz, tecewuz, şîdet û qetilkirinê tê. Ji ber zîhniyeta mêrê serdest yê ku di qada civak û dadê te tundiya li ser jin rewa dike, jin rastî gelek cureyê tundiyê tê. Derûnnasa Navenda Şêwirmendiya Jin a SELÎS Bahar Bayindir qala cureyê şîdetê ya ku jin li Tirkiyê rastî tê kir. Bahar da zanîn ku gotinên rayadarên dewletê qetilkirina jinan rewa dike û got êdî kuştina jinan asayî bûye.

'Di cînayetê jinan de mêr nayên ceza kirin'

Bahar bilêvkir ku di cînayetê jinan de civak cardin jin berpirsyar digrin û wiha domkir, "Li Stenbolê demên dawî de tacîz gelkî zêde bûne, lê rewşa me xemgîn dike nirxandinê civakê derbarê bûyerê de ye. Dibêjin 'saet 03.00'ê şevê çi karê wê li derve heye, eger wiha tevdigerin dê ev yek bê serê wan. Eger destgirtê wê wiha kiribe, tiştek dizane.' Cînayet tê kirin lê cardin jin tê berpirsyar girtin. di cînayetê jinan de mêr nayên ceza kirin."

'Zîhniyeta dewletê ewlekariya jiyana jinê dixe tehlûkê'

Bahar anî ziman ku jiyana jinan ji zaroktiyê ve ne bi ewleye û wiha pêde çû, "Em dibêjin dewlet li pêşiya komkujî, tacîz, tecevûz û şîdeta ser jinan vedike lê her carê gotinên me bi, şêwayên cuda tên derewandin. Zîhniyeta dewletê rê li ba van bûyeran vedike. Ji ber vê zihniyetê jin bê parastin tê hêştin. Zîhniyeta dewletê ewlekariya jiyana jinê dixe tehlûkê." Bahar di dawiya gotina xwe da got ew di ferqa van bûyeran û zîhniyetê de ne û got dê têkoşîna xwe li hember pergala serdest bilind bikin.

(rc)