'Li Cizîrê ne mirov mirovahî hat kuştin'
11:28
Pîroz Zırıg/JINHA
DÎLOK- Jinên siyasetmedar ên Dîlokê bertek nîşanî hovîtiya ku li jêrzemîna wehşetê pêk hatî dan û gotin divê kes vê hovîtiyê nepejrîne û gotin, "Mirovên li wir hatine qetilkirin dê her bijîn, di bingeh de mirovahî û wîjdan hat kuştin."
Bertekên li hember jerzemîna li Cizîrê her ku diçe mezin dibin. Jinên Dîlokê gotin ên ku dibêjin 'ez însanim' divê vê hovîtiyê nepejrîne. Hevseroka HDP'a bajêra Dîlokê Atîye Okay diyar kir ku Tirkiyê di navbera gerîllayên Moro a Fîlîşîn û hikûmetê de dewra levhatinê dike û got, "Li hember dexwazê Kurdan a xwerêveberinê divê ev yek nehatiba kirin. Li cîhane gelek gel xweserî îlankirine û mafê ziman bi dest xistine. Hikûmeta Tirkiyê ciwanê kurd neçarî kolana barîqata kir. Serokkamor Erdogan her dem ji dijmin hember xwe avadike. Eger bi ambulansê malbat birîndarê xwe rakiribana nexweşxanê, dibe ku gelê kurd van êşan afû kiribana. Lê hikûmet destûr neda vê yekê."
'Şerekî dijî mirovahiyê ye'
Hevseroka HDP'ê a navçaya Şehîtkamîl Sidika Yaman jî komkujiya jerzemîna Cizîrê şermezar kir û wiha got, "Mînakê vê şerê di cîhanê de nîne. Dixwazin wek Hîtler bikin. Mirovan mehkûmî mirinê dikin û dikujin, dişewitenîn. Ev qatlîam dijî hiquqê şere. Li ser welatiyê xwe top baran dike û dişewetîne ev tu zagonê de nayê dîtin û nayê qebûlkirin. Mirov ji du meh zêdetir birçî û bê av di jêrzemînê de hatin hêştin û dûvre tev bi hovane qetilkirin."
'Ew ne em mirin bêdengiya me mir'
Hevseroka DBP'a bajêr Demet Paksoy jî diyar kir ku li Cizîrê ên ku hatine qetilkirin ne wîjdanê mirovahî hatî qetilkirin û wiha got, "Hevalê me ên ku li Cizîrê hatine qetilkirin dê ji bo me herdem bijîn. Di bingeh de mirovahî û wîjdan hat kuştin li wir. Berxwedan û têkoşîna ku li Cizîrê hat dayîn ji bo aştî û azadiyê gelan bû."
(dt/rc)