Dayîk û zarokên di nobetê de 'Şoreş bi temen ve negirêda ye'
12:06
JINHA
AMED - Li hember êrîşên qirkirin û dagirkirinê nobeta berxwedanê yê li Amedê dayîk û zarok terk nakin. Dayîkan diyar kirin ku ew ê komkujiya Cizîrê tu car ji bîrnekin û banga piştgirî li tevahî jinan hat kirin. Zarok dibêjin 'Şoreş bi temen ve negirêda ye' û tevlî berxwedanê dibin.
Dayîkan bertek hember qatlîama li jêrzemînên Cizîrê pêk hatî nîşan dan û gotin di dîroka mirovahiyê de wehşetek wiha ne hatî dîtin. Endama Dayîka Aştî a Amedê Mûşer Guler got, "Doz û namûsa te pereye, lê doza me doza têkoşînê ye. Gelê Kurd dê tu carî serî li hember vê zilmê netewîne." Muşer diyar kir ku ew êrîşên qirkirinê ya li hember Cizîr, Sûr û Silopî ji aliyê dewleta Tirk ve pêk tê lenet dike û wiha domkir, "Di kîjan olî de hatî dîtin zarokên biçûk hatine qetilkirin. Erdogan eger pir dixwaze bila kurê xwe rêke leşkeriyê. Zarokê malbatên xizan dişîne. Duvre dayîk dertên û dibêjin 'bila serê welat saxbe'. Piştî kezeba min şewitî welat ji çire sax bimîne. Ji îro pêde em ê yek zarokê xwe rênekin leşkeriyê."
'Ne Kurd dê dawî Erdogan bê'
Songûl Canan dewlet bi riyê olê mirovan bikar tîne û wiha got, "Çûyîna xwe yê mizgefan nîşanî her kesî dikin. Tunê nekaribû kurdan tine bikî. Bi vê dozê tunê dawî li xwe bînî. Li hember 300 kesan tu bi milyonan leşker û polîs rêdikî. Hêzê te têra me nake. Em bi van êrîşan natirsin. Zarokê me berxwedan tercîh dikin. Divê li hember zilmê her kes dengê xwe derîne. Derên kolanan û xwedî li têkoşîn û berxwedanê zarokên xwe derên. Têkoşîna me heya dilopa xwîna me yê dawî dê bidome."
'Em ê cardin li berxwe bidin'
Fatma Kara bilêvkir ku divê li hember vê hovîtiyê kes li mal nemîne û wiha berdewam kir, "Ji dîrokê ve heya niha em rastî komkujiyan tên. Lê divê xala dawî hebe êdî. Kiryarên we heya kengî dê bidome. Wek dayîk em alîgirê aştiyê ne. Gel dibêje aştî ew qetil dikin. Em ê kolan û axê xwe radestî wan nekin, me tev jî qetil bikin em ê berxwedana xwe bidomînin."
Zarokên li qada nobetê: Di şoreşê de temen nîne
M. T., yê ku tevlî nobetê bûye diyar kir ku ew ji bo zarokên li Cizîr û Surê hatine qetilkirin ew nobetê digre û got, "Em dikarin biçin dibistanê jî. Ji ber dibistanên me nayê bombe kirin. Lê em naçin. Em tên û tevlî nobetê dibin. Bi nobet girtinê em çiqas dibin alîkar em nizanin lê belê ev yek ji destê me tê. Li Surê û Cizîrê bi dehan zarok nikarin biçin dibistanê, eger em biçin dê wek îxanet li hember berxwedanê be. Em ji bo aştî nobetê digrin, lê ew êrîş dikin. Ji vir û pêve em vê nobetê ne ji bo aştî ji bo berxwedanê berdewam bikin."
'Em aştî dixwazin'
A. K. (15) anî ziman ku bi girtina nobetê dixwaze piştgirî bide û got, "Ji bo zarok neyên qetilkirin em di nobetê de ne. Tiştê em dikin ne xirabe. Ew aştî naxwazin. Wek zarok em li vir bimirin jî dê bêjin terorîset. Ji ber vê banga min ji mirovan re, bila werin me bibînin û dûvre biryar bidin."
'Em ê piştgirî bidin gelê xwe'
M. U. (15) jî wiha got, "Li Cizîrê 60 kes şewitandin û wiha qetil kirin. Em jî piştgirî didin gelê wir. Lê polîs destûr nade em şînê jî bikin. Tên êrîşê nobeta me dikin. Mamoste li Cizîrê zarokan terkî mirinê kirin û li vir ji me dixwazin em tevlî waneyan bibin. Em ê gotina wan pêk neyînin û neçin dibistanan."
(rc)