Delal Elturk: Bê qîmetî ji bo wan, romet ji bo me
12:52
JINHA
WAN - Di dorpêç û êrîşên ser Kurdistanê de carekdinê ji aliyê hêzên dewletê ve tazîkirin û tehşîr kirinan carekdinê ket rojevê. Malbata Endama YJa Starê Ekin Wan a berê hêzên dewletê ji bo tehşîrkirinê bedena wê tazî kirî û avêtî kolanê ew weke şerma dewletê nirxandin û diyar kirin ku dixwazin bi van kirinan çavê jinan bitirsînin.
Di dorpêç û êrîşên hêzên dewletê ser Kurdistanê de, polîtîkayek din a helandinê hat zêdekirin. Di medyaya civakî de wêneyê jinek a li Cizîrê hatî qetilkirin, hêzên dewletê wê tazî kirine û ji bo tehşîrkirinê bedena wê avêtine kolanê. Di wêne de şopên îskencê ser bedena wê xuya dikin. Waliyê Şirnexê wêneyê li Cizîrê hatî kêşan û parkirin red kir. Di salên 90'an de hêzên dewletê jin hedef digirtin û polîtîkaya tehşîrkirina bedena jinan dida meşandin. Di roja me ya îro de jî bi heman şêweyî Gerilaya YJA Starê Ekin Wan (Kevser Elturk) bi îskencê qetilkirin û ser medyay civakî wêneyên wê par kirin.
Malbatê di derbarê berpirsan de lêpirsîn dane despêkirin, lê hîna ti encam nehatiye girtin. Hêzên dewletê dixwazin bi tehşîrkirina bedena jinan hewayê tirsê avabikin, jin jî li kolanan bertekên xwe tînin ziman û dibêjin; "Bedena me ya tazî rometa meye, em şerm nakin."
'Serê min bi bedena keça min bilinde'
Bi belavkirina wêneyê jinek a li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatî qetilkirin û tazî kirin êşên dayîka Ekin Wan Delal Elturk cardin nû kir. Despêkê me mikrofuna xwe vegerand ser Delal, wê ji yên şer dane despêkirin re nifir kir. Delal destnîşan kir ku we ji bedena keça xwe ya tazî şerm nake, hovîtiya kirine nakeve ti ehlaqan û wiha domand: "Ji jinan çî dixwazin. Êdî bese. Gelo bi qetilkirin û tazîkirina cenazeyê jinan dê çî bigihe wan? Daxwaza min ji Xuda ewe rojekê evên vê hovîtiyê dikin bên darezandin û cezayê xwe bikêşin. Em êdî li cihê gotin qediyaye ne. Hema tişt li Ekina min jî kirin. Ew fikirîn emê bi bedena keça xwe ya tazî şerm bikin, lê serê me bi keça me bilinde û em li peyî tekoşîna wê ne. Bê qîmetî û bê qederî bû ya wan. Bûyîna dayîka Ekin ji bo min bû romet."
'Wêneyên tên belavkirin şerma dewletê ne'
Xwişka Ekin Gulistan Elturk jî bertek nîşanî polîtîkaya qirêj a ser bedena jinan berdewan dike da û da zanîn ku ya li Ekin kirî îro li jinên Cizîrê jî kirin. Gulistan bilêv kir ku ya tê tehşîr kirin ne bedena jinê şema dewletê ye û wiha berdewam kir; "Em ji bedena xwişka xwe şerm nakin. Dixwazin bi tehşîrkirinê bi jinan gavê paşde bidin avêtin. Lê nikarin vê bi ser bixin. Îro Ekinekê qetildikin, Ekinek tê dinê. Nikarin çavê jinan bitirsînin. Bi tazîkirina bedena jinan hişmedinaya xwe ya qirêj derdixin hilê. Dê jin li hember vê hişmendiyê rabin serpiyan."
Gulistan ji bo Ekin banga; "Ew gelek bi cesaret bû, ji tiştekê neditirsiya. Bila hemû jin weke wê bibin" li hemû jinan kir û derbirî ku her dem serê wan bi Ekin bilinde.
(zt)