Akademisyenên pîrhabok di aştî de bi îsrarin
12:52
JINHA
STENBOL - Îktîdara AKP’ê bi polîtîkayên xwe yên çewisandinê dixwaze civakê bitepisîne. Akademîsyenên jin yên bi navê Nîl Mutluer û Dilşa Denîz ku ber ‘Pîrhebokbûnê’ ve diçin vê pêvajoyê wekî nêçira pîrhebokan dinirxînin û wiha dibêjin: “Ji bo aştiya civakî pêk bê divê têkoşîneke zêde bê meşandin.”
Akademîsyenên ku gotin ‘Em nabin şîrîkî vî şerî’ li binê îmzeya avêtibûn binê belavokê bûn hedef û ji kar hatin avêtin. 32 sal berê jî Kenan Evren akademîsyena di makeqanûnê de wekî xaîn îlan kiribû û heman polîtîkaya çewisandinê dabû meşandin. Di dîrokê de mînakên heman polîtîkayên çewisandinê, şexsiyet, pergalên dîktator û ev pêkanînên zilmkar wekî hev in, gelên berxwedêr bi cewherê xwe û dewlemendbûna xwe berxwedana xwe didomine. Polîtîkayên qirqirênê berê ku li ser bajarên Kurdistanê dihat meşandin îro bi destê AKP’ê ketiye meriyetê dema li Rojava kesên ku dibêjin ‘Aştî’ ji aliyên wan tê bêdengkirin. Akademîsyenên bi navê Nîl Mutluer û Dilşa Denîz ku gotibûn em nabin şîrîkî vî şerî ku li Zanîngeha Nîşantaşi dixebitîn ji kar hatin avêtin pêvajoyê nirxandin.
‘Bila siyasetmedar hişê xwe bigrin serê xwe'
Dilşa Denîz diyar kir ku aştî nebe jiyan jî nabe û got, "Jiyan aştiye. Ji ber vê em neçarin aştî biparêzin. Bêy aştî jiyan kirin, cureyê mirinek dine. Ji ber vê yekê divê bi lezgînî aştiyek civakî pêk were." Dilşa da zanîn ku ji şer herkes westandiye û got ji aliyek mirov têkoşîna jiyanê didin ji aliyê din travmayên giran derbas dikin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Dê pêlên girantir bên jiyan kirin û em ê gelek paş ve bikevin. Ji ber vê divê em riyê jiyanên asayî avabikin." Dilşa bilêvkir ku tenê bi muzakereyan çareserî pêk bê û wiha pêde çû, "Ji salên 90'î ve di rojeva mede ye. Gelek mirov li holê tên qetilkirin û kuştin, lê eger pirsgirêk çareser nebe, rewş dê her wiha bidome. Divê bi lezgînî bi taybet siyasetmedar û rayadarên vî welatî hişê xwe bigrin serê xwe û maseyê aştî ji nûve avabikin."
'Ji bo adeletê...'
Nîl Mutluer jî got divê dev ji têkoşînê neyê berdan û wiha berdewam kir, "Divê em mil bidin milê hev têkoşîn bidomînin û gotina xwe yê aştiyê vebêjin. Divê di xalek de çareserî pêk were. Ji ber vê em dev ji gotina "Niha aştî" bernadin. Bi şer re jiyan ji holê radibe. Yek tê wateya mirin û şîdet heye. A duyem aştî tenê pêşiya şîdetê nagre her wiha jiyana wekhev bi adelet û azad jî pêk tîne." Nîl destnîşan kir ku bê adeletî ne tenê li Kurdistanê li tevahî Tirkiyê tê jîn û wiha got, "Îro em pêgirê medya bin ango akademisyen ferq nake. Ji bo jiyanek aram û wekhev bê jiyan kirin em dibêjin aştî."
'Bi tirs em nêz bibin em ê îktîdarê bi hêz bikin'
Nîl da zanîn pêvajoyek giran re derbas dibin û wiha pêde çû, "Em dibêjin ku divê dev ji têkoşînê neyê berdan, zehmetî tê kêşandin lê em di aştî de bi israrin. Divê riyê diyalogê neyê birîn. Ez wek zanyarê civakê dibêjim divê em li her qadê jiyanê têkoşîna aştî bidin." Nîl anî ziman ku ew di pêvajoyek giran re derbasdibin û wek jin li her qadê jiyanê rastî êrîşên zayendî tên û wiha dawî li gotina xwe anî, "Ya herî girîng divê em netirsin. Jin û zarok zehmetiyên mezin dikêşin. Rastî nêzîkatiyek cudakarî û şîdetê tên. Bi tirs em nêz bibin em ê îktîdarê bi hêz bikin. Ji tirsê zêdetir divê em li riyê çareseriyê bigerin."
(fk/rc)