Ciwanên Kobanê ji bo şermezar kirina komployê dest bi meşê kir

13:08

JINHA

KOBANÊ - Bi boneya rasthatina salvgera komploya navnetewî a 15'ê Sibat Yekîtiya Ciwanên Rojaa meşek dirêş dan despêkirin. Meş dê du roj berdewam bike.

Di 17. salvegera komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê gelê kurd ji bo şermezar kirina komployê li Kurdistan cîhanê çalakî tê li dar xistin. Ciwanên Rojava yên Kantona Kobanê jî bi meşekê ku dê du roj berdewam bike, dê komployê mehkûm bikin. Yekîtiya Ciwanên Rojava îro dest bi meşa xwe kirin û ev meş dê heya 15'ê Sibatê li navenda Kobanê bi dawî bibe. Meşa ciwanan li gundê Qeremux despêkir, heya niha ciwan gihştine gundê Eyîn Elbet yê girêdyî Bajarê Kobanê. Ligel hewaya sar jî meşa ciwanên Kobanê bi biryardarî didome.

Ciwanan posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên reş û alên Yekîtiya Ciwanên Rojava, her wiha pankarteke mezin a 'Bi Ruhê Ciwantiya Berxwedana Kobanê û Bakûr, komploya Navnetewî Vala Derket" hilgirtin. Meş bi diruşmeyên 'Bijî serok Apo' û 'Bijî berxwedana YPG,YPJ' berdewam dike.

(rê/en/rc)