Koordînasyona Yekîtiya Star: Komplo ne gihêşt armanca xwe
13:44
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Yekîtiya Star derbarê rasthatina 17. salvegera komploya navnetewî yê li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatî daxuyanî da.
Koordinasyona Yekîtiya Star bi daxuyaniyek 17. salvegera komploya navnetewî şermezar kir. Di daxuyanî de hat gotin ku 15'ê Sibatê di dîroka gelê Kurd de wek rojek reş tê zanîn û wiha hat gotin, "Bi rêya Komployê xwestin di kesayeta Rêber Apo de gelê Kurd û têkoşîna azadiyê tune bikin. Di vê komployê de rola sereke DYE, Israîl, dewletên hevkar û hêzên Kurd ên hevkar leyîstin. Rêber Apo bi rêya komployeke rûreş radestî dewleta Tirkiyê hate kirin. Lê tevî vê jî Rêber Apo bi fikir û ramana xwe komplo vala derxist û hewl da bi gelek rêyan pirsgirêkê bi awayeke demokratîk û aştiyane çareser bike."
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku komplo di 17. salvegera xwe de jî ne gihêştiye armanca xwe û wiha berdewam kir, "Bi derbasbûna 17 salan re jî dikare were gotin ku komplo bi tevahî negihîştiye armanca xwe, lê hîna jî bi rêbazên cuda dewam dike. Tecrîda şidandî ya li ser Rêber Apo ku ji Nîsana par heya niha dewam dike parçeyek ji vê ye. Her wiha kuştin, qirkirin û zordariya îro li ser Bakûrê Kurdistanê tê meşandin jî ji vê komployê qut nayê bidest girtin. Dewleta Tirkiyê bi hemû hovîtiya xwe ve bi ser gelê Kurd û berxwedana wê ya mafdar re êrîş dike. Lê îro Kurd û bi taybet jinên Kurd ji şoreşa azadiyê re pêşengtiyê dikin. "
Dawiya daxuyaniyê de jî wiha hat gotin, "Komplo hîna jî berdewam e, bi hemû hêza xwe ya desthilatdar a faşîstan ve dixwazin Kurdan vegerînin tariyê, lê kurd bi felsefe û nêrînên Rêbertiya xwe re gihîştine biryara azadiyê. Bi berxwedan û têkoşîna bêhempa bi israrin ji bo azadiya Rêber Apo û ya Kurdistanê bidest xînin."
(ne/rc)