Muhammed ritimê şer di kolanan de digire
13:59
JINHA
ÎZMÎR - Zarokên li Caddeya Alsabcak Kibris Şehîtlerî ji qartonan dehol çêkirin û pê sazbendî kirin. Sazbendiya zarokan a ji dehola qartonan bala gel dikşene. Zarok bivê sazbendiyê jiyana xwe derbasdikin.
Her çiqas hunermend dijberî hunermendên kolananin jî bin her roj ev hunermendî pêşdikeve. Li Caddeya Alsabcak Kibris Şehîtlerî zarokên hunermêndên kolanan hijêkirina gel zêde di be. Bêtir ciwan hunermendiya kolanan dikin. Di rojên dawî de zarok bi şiva li kova û qartona sazbendi yê dikin. Zarokên penaber ên Rojaveyê li ciwanên ku hunermendiya kolanan dikin meyze dikin û dixwazin heman rîtmê bi dehola ku ji qartona çêkirine sazbendiya xwe pêşbixin. Muhammedê 13 salî bi mereqa xwe sazbendiyê hîn bû û wê hunera xwe pêşkeşî gel dike. Muhammed ji alîyê welatiyan ve pir tê heskirin.
'Li Tirkiye yê jiyan biha ye'
Malbata Muhammed piştî şerê navxweyiyê Suriyê û êrîşên ser Rojav neçar ma ku werin Tirkiyê yê. Malbata Muhammed demek kin li Riha yê dimî nin. Piştî salek li Riha yê kocî bajarê Îzmîrê kirin û li Îzmîrê jî Muhammêd neçû dibistanê. Muhammed wiha qala jiyana xwe ya koçberiyê dike: "Bavê min şuşê lastîkî kom dike. Min li Rojava heya pola 3'emîn xwend, lê li Tirkiyê jiyan gelek bihayê bi şertên zor em li vir jiyana xwe derbas dikin. Ji bo ku bavê min bitenê nikare li me meyzêne, nikarim herim dibistanê jî."
'Min ji qoveyan dehol çêkir'
Muhammed da zanîn ku ew çar xwişk û birane yê mezin jî ewe û wiha domand: "Peşî min li flutê dixist li derdora min ciwanan li daholê dixistin û ez bandor bûm. Piştî hinbûna deholê êdî min jî lê dixist. Pereyê min ku ez daholê bistînim ne bû, bi lêxistana qovan û qartonan bi taxlîtan ez hînî ritmên hunerê bûm. Êdî sazbediya min bûbû lêxistina qovan, bivî şeklî min ritim çêkir û çiqa diçû hezkirina ritma sazbezbendiya min zêde dibû."
'Şer Muhammed di carêk de mezin kiriye'
Me carekdin di şaxsê Muhamme de dît ku zarok di şer de zu mezin dibin. Muhammed bi lêxistina qova hem keyfxweş dibe hem jî pereyê ku distîne alîkariyê dide malbatê. Zarokên di temenê Muhammed de li dibistan û kolanan dileyîzin, lê Muhammed ji bo debara malê neçere ku bi xabite û jiyanek zahmet jiyan dike. Gotina dawiya Muhammed wihaye: "Ez li kar ne bitenê me, hevalek min ê din jî heye, ew jî li deholê dixe. Ez lêxistina deholê ji wî hîn bûm. Li ser vê cadeyê çend hevalên min ên din jî hene, ew jî heman karî dikin."
Muhammed wêneyek bi nîşana serketinê kişandiye. Li nava wî bajarî bi hezaran zarokên wek Muhammed têkoşîna jiyanê didin hene.
(dt/zt)