Li Wanê ji bo15'ê Sibatê belavok hat belav kirin

15:21

JINHA

WAN - Bi boneya rasthatina 17. salvegera komploya navnetewî a li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, belavok ji bo meşa 15'ê Sibatê li welatiyên Wanê hat belav kirin.

Bi pêşengiya HDP, DBP û KJA bi minasebeta 17. salvegera komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyê hat kirin de, belavok ji bo meşa 15'ê Sibatê li Welatiyên Wanê hat belav kirin. Xebatkaran li taxan navçeya Sanatê heya kolana Cumhûriyetê belevokên xwe li gel û esnafan belav kirin. Di dema belavkirina belavokan de rêveberên rêxistina HDP'ê ya Wanê Necmî Kalcik û Hevseroka HDP'ê ya Wanê Caziye Duman , nûner û rêxistina HDP, DBP, KJA'ê ya jî tevlî bûn. Pêşiya belavok werin belavkirin, Rêveberê rêxistina HDP'ê ya Wanê Necmî Kalcik girîngiya rojê axavî û diyar kir ku ew roja 15'ê Sibatê şermezar kir û bang li tevahî gel kir ku tevlî meşa 15'ê Sibatê bibin. Necmî da zanîn ku bi tevlîbûnek xurt ew ê komployê şermezar bikin.

Necmî di dawiya axaftina xwe diyar kir ku ew ê ji bo meşê di 15'ê Sibatê de li Sebze Haliyê bên ba hev û ber bi Qavşaxa Îkî Nîsanê ve bimeşin.

(hk-db/rc)