Di navbera Nisêbîn û Qamişlo de kolandina xendekê didome
15:23
Sibat
13
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN – Dewleta tirk kolandina hendekan a di navbera Nisêbînê û Qamişlo de didome.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ligel êrîşên li ser gel, kolandina hendekan a di navbera Nisêbîn û Qamişlo de jî didome. Kolandina hendekan ku ev du sale dem dem tê meşandin, di demên dawî de piştî berxwedana gel a li Bakûr hate bi lezkirin.
Xendeka di çavdêrî û dorpêçkirina leşkerên tirk de bi dîaya “Ewlehiya sînor û li çûn û hatina sînor rê girtin” tê kolandin. Her wiha li ser sînor bi bariyeran dîwar jî hatibû danîn.
(ekîp/eb/rc)