Komplo li Tirbesipiyê hat şermezar kirin

16:46

JINHA

TIRBESPIYÊ - Bi boneya salvegera komploya navnetewî a li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatî, Koma Hêzil a girêdayî TEV-ÇAND'ê yê bajarê Tirbespiyê daxuyaniyek da.

Îro danê sibehê endamên TEV-ÇAND'a Rojava ya bajarê Tirbespiyê li pêşiya navenda xwe kom bûn û daxuyaniyek derbarê komploya navnetewî de dan. Daxuyanî ji aliyê rêveberê Koma Hêzil, Keder Hisên ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, ''Em wek endamên TEV-Çand Rojava a Tirbespiyê bi awayeke tund komploya navnetewî a ku di kesayeta Rêber Apo de pêkhat, şermezar û lanet dikin. Komploya ku bi destên hêzên serdest ve hat pêkanîn wê qet bi ser nekeve, bi rêya vê komployê xwestin ku vîn û îrada gelê kurd tune bikin, lê berovajî wê îsrara me ji bo azadiyê hîn kûr û xûrtir bûye.''

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Bila dijminên Kurdan baş bizanin ku bi dîlgirtina Rêber Apo, ew qet nikarin îrada me bişkînin, ji ber ku me îradeya xwe ji fikir û felsefa Serokê xwe girtiye. Rast e ku ev 17 salin Rêber Apo di girtîgeha Îmraliyê bi awayeke fîzîkî ji me dûr e. Lê belê ew di dil û mejiyê me de ye û bi felsefe û ramanên xwe yên azad bi me re ye. Ji ber wê çiqas dijmin bixwaze me ji hev qut bike jî wê qet nekaribe. Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe bû Rêberê hemû gelên ku tihnê azadiyê ne."

Daxuyanî wiha bi dawî dibe, "Em bang li hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û hemû gelên cîhanê dikin ku ji bo şermezarkirina komployê dengê xwe bilind bikin, êdî bêdengî mirin e. Ji bo jiyaneke azad fikreke azad pêwîst e, bê guman rêya gihandina azadiyê jî felsefa azadiyê ya Rêber Apo ye û azadiya rasteqîn di azadiya Rêber Apo de misoger e."

Ji aliyê din ve li bajarê Tirbespiyê ji hêla Lijneya Perwerdeya Civaka Demokratîk li dibistana Ehmed Mêz Elhklîş komplo hate şermezar kirin. Daxuyanî ji hêla Lovîn Xelef ve hate xwendin û wiha hat gotin,''Em komploya navnetewî bi tundî şermezar dikin, em bang dikin ku êdî Rêber Apo ji grava Îmraliyê were derxistin û em dibêjin dê têkoşîna me heya dawî bidome. Mîna ku erd bê roj nabe wisa gelê kurd jî bê Rêber Apo nabe''

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan û çepik bi dawî bûn.

(z/rc)