Jinên Colemêrgê li hemberî êrîşên ser bedena jinan li qadanin
17:23
JINHA
COLEMÊRG - Bi pêşengiya KJA yê jinên Colemêrgê li hember hişmendiya deshilatiya mêran a êrîşî bedena jinan dikin ser piyanin.
Bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) yê jinên Colemêrgê bertek nîşanî êrîşên hêzên dewletê yên ser bedena jinan berdewam dikin dan. Jinan li ber avahiya DBP'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Kujerê jinan dewlete" û "Namûsa me azadiya me ye" hatin vekirin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka KURDÎ-DER'ê Neslihan Kaynak ve hat xwend.
Neslihan destnîşan kir ku hêzên dewletê ji azadiya jinan ditirse û wiha got: "Hikumetê weki li Gimgimê disa bedana rêhevalek me ya din teşhir kirin ev tê wê wate yê ku hikumet çiqas ji rengê jinê yê azadiyê ditirse. Hikumet nikare berxwedana me bi van nêritên hovane têk bibe. Em jinên azadin hebuna me berxwedana me dê hişmendiya dagirker têk bibe. Bila hikumet bizane ku em tu car dest ji tekoşina li hemberi hişmendiya mêr û dagirkeriyê bernadin. Ala wan hevalên me yên ku bedena wan tazî kirin emê bigirin dest û tekoşîna wan berdewam bikin. Em hikumetê û hişmendiya hikumetê şermezar dikin."
Neslihan bang li hemû jinan kir ku li hemberî hovîtiya dewletê dakevin qadan, bi çalakî û tilîliyên xwe helwesta xwe diyar bikin.
Pişti daxuyani yê jin bi tilili û diruşmeyên "Jin jiyan azadi" belav bûn.
(zyd/zt)