Li Elbakê jina ji aliyê polîsan ve hatî darbkirin dê gilî bike
09:10
JINHA
WAN - Polîsan li navçeya Elbakê ya Wanê di serdegirtina malan de bi ser malbata Yeşîlirmakê de jî girtin û jina bi navê Adalet Yeşîlirmak bi çekê birindar kirin. Êrîşa polîsan ya li hemberî Adaletê bûyera Dîlek Dogan tine bira mirovan.
Yek ji bûyera Dîlek Dogan a di 18'ê Cotmehê de li Stanbolê polîsan di ser malan de girtîn û Dîlek Dogan bi guleyan qetîlkirin. Li navçeya Elbaka Wanê pêk hat û jina bi navê Adalet Yeşîlirmak birindar kirin. Komek tîmên taybet di 6'ê sibatê de di seatê berbangê de ser mala Adalet a ku bi dayîka xwe re dijî, bi hinçeta "Îhbar çêbûye" de girtin. Adalet ji ber nivxew bûye derî li polîsan dereng vekir. Polîs ji ber derî li wan dereng vekirin û Adalet ê nasnameya wan pirsî bi dipçika çekê li mejiyê Adalet ê dan û Adalet ji mejiyê xwe birindar bû. Her wiha polîsan heya ku lêgerina xwe bidawî nekirin bi tu awayî destûr nedan ku Adalet rakin nexweşxaneyê û bi seatan dinav xwînê de maye.
'Li şuna nasnameya xwe çek nişanî me dan'
Adalet wiha qala serpêhatiyên xwe dike: " Dema ku polîs ser mala me de girtin em tev di xew de bûn. Bi dengek bilind em ji xew şiyar bûn. Em gelek tîrsiyan. Polîsên ku rûyê wan girtîbû bê navber bi hêrsek mezin li derî dixistin û dikirin qêrîn. Deriyê mala me hesîn e, zû bi zû venabe, heya ku min derî vekir wan li derî dixist. Dema ku min derî vekir nasnameya wan pirsî ev jî mafê min e. Lê wan li şûna nasnameyê çekên xwe nişanî me dan û bilez li nava xanî geriyan."
'Polîsan bê navber gefên mirinê li me dixwarin'
Adalet diyar kir ku polîsan gefa mirinê li wan xwarine û wiha pê de çû: "Hêjmara polîsan gelek bû û ji navenda Wanê hati bûn. Dema ku min derî li wan vekir bi çek li mejiyê min xistin. Çawa ku li min dan ez pekiyam û li dîwarê ketim. Çarek min dît ku serê çekên xwe xistina mejiyê dayîka min a pir. Ez şûna xwe rabûm û çûm hewariya dawika xwe. Min wan jê dur kir. Polîsan berê çekên xwe dan min û gotin em ê te bikûjin. Polîs bê navber gefên mirinê li me dixwarin. Gelek xwîn ji mejiyê min diherîkiya lê min ferq nekir ku serê min şikestiye."
'Dayika min a nexweş dirêjî erdê kirin'
Adalet desnîşan kir ku li ser hemû pirsên wê ya çima, xêre de polîsan bersîva; "Dengê xwe bigire hişbe û ne axive" dane. Adelat da zanin ku polîsan bi seatan destûr nedane ku ambulans bê û wê rakin nexweşxaneyê û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Polîsan me hemûyan li erdê dirêj kirin û gotin ku bila tu kes serê xwe raneke. Dayika min pir û nexweş e. Nikare gotinê wan bike. Lê wan dayika min jî dirêjî erdê kirin. Hemû xaniyên me bi lingên xwe geriyan û belawela kirin."
'Bijîşk rapora darkirinê dena'
Adalet di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku bijîşkê nexweşxaneyê rapora birindariyê ne daya wê û ev tişt anî ziman: "Dema ku gera nava xanî bi dawî bû. Ez ji hemdê xwe çûbûm. Wê demê malbata min, min rakirine nexweşxaneyê û ez hatim dermankirin. Dema ku dermanbûna min bi dawî bû, min ji bo giliyê rapora darpkirinê ji bijişk xwest. Lê polîsan destûr neda ku bijîşk rapora darbûnê bide. Bijîşk rapora birindarbûnê da."
Adalet di dawiya axaftina xwe de got ku ji bo gilîkirinê serî li Komeleya Mafê Mîrovan a Wanê daye û dê ji bo mafê xwe demildest serî li Dozgeriyê jî bide.
(ho- cm/zt)